Divê Tirkiye bersiva bangê bide

Çarşem 26 Adar 2025 - 03:00

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê balê dikişînin ser peyama Rêber Apo û bêdengiya hikûmetê ya li hemberî vê bangê û gotin: “Divê Tirkiye bersiva bangê bide.”

Di 27’ê Sibatê de şandeya DEM Partî ya ji 7 kesan pêk dihat ji Îmralî vegeriya û peyama dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku weke peyama sedsalê tê pênasekirin bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Li ser vê yekê PKK’ê bersiv da banga Rêber Apo û pêvajoyek nû da destpêkirin. 

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê Berpirsê Mekteba Şehîdan û Têkoşerên YNK’ê Rehman Moryasîn û Endazyar Dilawer Casim li ser mijarê axivîn.

Berpirsê Mekteba Şehîdan û Têkoşerên YNK’ê Rehman Moryasîn bal kişand ser peyama Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û got: “Peyama Birêz Ocalan peyameke gelek girîng e di vê qonaxa ku gûherînên mezin li Rojhilata Navîn pêk tên.”

Berpirsê Mekteba Şehîdan û Têkoşerên YNK’ê Rehman Moryasîn qala peyama Rêber Apo kir û got: “Welatên cîhanê bi rengekî pir baş pêşwazî li peyama Birêz Ocalan kir. Peyama Qendîl ya piştî vê bangê jî peyamek di cihê xwe de bû. Divê êdî divê demê de hikûmeta Erdogan ji bo aştî pêk were bersivek bide vê banga aştiyê.”

Endazyar Dilawer Hamîd destnîşan kir ku peyama Rêber Apo ya sedsalê ji bo pirsa aştî gelek girînge û got: “Eger Tirkiye li gorî pêngavê tevgerê bike dikare dawî li şer û aloziyan bîne.”

SILÊMANÎ/ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.