Divê tecrîd veguhere azadiyê

Duşem 20 Çile 2025 - 02:55

Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Omer Saman têkildarî hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re û peyamên Rêber Abdullah Ocalan axivî. Saman, diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di demên berê de ji bo çareseriyê çi gotibe, niha jî heman helwestê nîşan dide û ev yek jî hêviyê dide parastvanên mafan. Saman, diyar kir ku destnîşan kir ku 7 xalên peyama Rêber Abdullah Ocalan nêzikatiyeke aqilekî selîm e û got:“Van peyaman kir ku mirov bêhtir kûrtir nêzî meseleyê bibin. Ya din jî, hat daxwazkirin ku mesele li Meclisê çareser bibe. Ev jî girîngiya Meclisê nîşan dide. Di dema berê de jî heman gotin hebûn. Temînata Destûra Bingehîn, kontrolkirina vê pêvajoya ji hêla mekanîzmayên Meclisê ve, piştgiriya wan û hwd. girîng e. Ev peyam nîşan didin bê ka civakîkirina çareseriyê çiqas girîng e.” 

Kurd bi hişyarî nêz dibin 

Saman, got çawa di şer de du alî hebin, divê di muzakereyan de jî du alî hebin û got:“Desmond Tutu ku di pêvajoya muzakereyên Efrîqeya Başûr de cih digirt, wiha digot; ‘Heke hûn aştiyê bixwazin divê hûn ne bi hevalê xwe re lê bi dijminê xwe re biaxivin.’ Di halê hazir de zimanê ku niha aliyên cuda, dijber û dijminane nêzî hev dibûn bi kar tînin, hêviyê dide mirov. Piraniya partiyên siyasî erênî nêz bûne û ev pir bi qîmete. Gel dixwaze Erdogan rolekî çalaktir bilîze. Li gorî daxuyaniyên aliyan, pêvajoya li gorî dilê wan pêş dikeve. Kurd hinek bi baldarî nêz dibin. Ji ber ku vê civakê salên 80’ê, 90’î jiya. Em qala rojên her roj kesan jiyana xwe ji dest didan, koçber dibûn dikin. Ser re jî tecrûbeyeke aştiyê ya serneketî heye. Lewma tiştekî xwezayî gel bi baldarî nêz bibe.” 

Divê pragmatîzma siyasî nebe 

Saman, wiha dewam kir:“Dînamîzma herî sereke ya ku aştî dikare li ser pêş bikeve, başniyetî û sepanên li gorî wê ne. Lewma civak xwedî li gotinên Bahçelî yên têkildarî mafê hêviyê û tevlibûna siyasetê ku tecrîdê jî ji holê radike, derket. Ya ku dikeve ser milê îktîdarê ew e ku ji bo Ocalan bikare rola xwe bilîze, şert û mercên azadiya wî amade bike. Dive tecrîda mutleq veguhere azadiyê. Ev yek girîng e. Divê aliyên siyasî nekevin nav hewldanên ji bo dengan. Divê ji pragmatîzma siyasî dûr bikevin. Ji salên 90’î heta niha li Kurdistanê binpêkirinên mafan ên giran hene. Windakirina di bin çavan de, cînayetên kiryarnediyar hêj di bîra gel de ne. Her hefteyê li kolanan em dibêjin ‘bila windakirî bênd dîtin, faîlên wan bên darizandin.’ Bendewariyên van malbatan hene. Divê hevrûbûnek çêbibe, heqîqetê derxin holê û edalet cîbicî bibe. Ev bendewariyên civakê ne. Di pêvajoyên muzakereyan de divê aliyên ku pêvajoyê kontrol dikin, piştgiriyê didin û civakê amade dikin hebin. Ji bo vê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl. Divê hemû aliyên civakê bên amadekirin û daxilî pêvajoyê bên kirin. ÎHD di vê mijarê de xwedî hafizeyeke baş e. Berpirsyartiyeke me ya ku her tim dengê aştiyê bînin ziman heye.” 

MA/RÛKIYE ADIGUZEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.