• Nivîskar û rojnamevanê li Swêdê naskirî Jan Gûllîoû diyar kir ku daxwaza Kurdan a ji bo azadiyê û derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' daxwazeke mafdar e.

Nivîskar û rojnamevanê li Swêdê naskirî Jan Gûllîoû diyar kir ku daxwaza Kurdan a ji bo azadiyê û derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' daxwazeke mafdar e.
Nivîskar û rojnamevanê Swêdî Jan Gûllîoû ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku polîsên Swêdê hewl dan berpirsyariya kuştina Olof Palme bixe stuyê PKK'ê û got, "Dibe ku hûn alîgirê PKK'ê bin, yan jî li dij bin; lê belê PKK rêxistineke polîtîk zane û siyasî ye. Tişta herî nebaş a ku PKK'ê ji bo Kurdên li Swêdê û tevahiya cîhanê bikira, kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme bû. Kirina tiştekî wiha, ji aliyê siyasî ve ji bo dîroka Kurdan wê tiştekî gelekî nebaş bûya. Piştî kuştina Palme Kurd hemû bi kujeriyê hatin sûcdarkirin."
Gûllîoû her wiha destnîşan kir ku dewlet û medya Tirk hewl dan berpirsyariya kuştina Palme bixe stuyê PKK'ê û Kurdan.
Gûllîoû diyar kir ku polîsên Swêdê Sapo jî ji bo berpirsyariya kuştina Palme bixe stuyê Kurdan beriya salekê dest bi hewldanên afirandina raya giştî kirin û anî ziman ku li telefona çend Kurdan guhdarî kirin, lê belê li ser sûc tiştek bi dest nexistin.
Gûllîoû destnîşan kir, piştî ku Serdozger bûyera kuştina Palme girt, divê ji Kurdan lêborîn bê xwestin. Gûllîoû diyar kir, daxwaza Kurdan a ji bo derxistina navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê daxwazeke mafdar e û got, divê hikumeta Swêdê PKK'ê ji nava lîsteya rêxistinên terorê derxîne.

MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM