Komxebata bi pêşengtiya Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Başûr bi dirûşma ‘Di 100 Saliya Lozanê de, Kurd bi hev re jiyanê li Rojhilata Navîn dikin çareserî’ li Hola Mûzexaneya Emnesûreke ya Silêmanî bi tevlîbûna dehan siyasetmevan, rewşenbîr û kesayetên naskirî, nûnerên partî û hîzbên Başûr hatibû lidarxistin bi encamnemeyekê dawî bû.
Piştî panela duyemîn encamname ji aliyê Endamê KNK’ê Şêrko Heme Emîn ve hate xwendin. Emîn li ser navê Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê di serî de spasiya beşdaran û xebatkarên çapemeniyê kir ku di komxebatê de amade bûne. Piştre jî reşnivîsa encamnameya komxebatê ku hatibû amadekirin ku wê di civîna KNK’ê ya di sedsaliya Lozanê de li Parlamena Ewrûpayê bê kirin, pêşkêş kir.
Xalên derketin pêş li jêr in:
* Yekbûna navxweyî, danîna stratejiyek hevpar a neteweyî.
* Pêwîstiya me tevan bi mijarên ku têkilî bi mafê mirov, demokrasî û bi hev re jiyanê re heye.
* Rewendî Kurdî û dîplomasiyeke Kurdî û neteweyî ya li derve û stratejiyeke hevpar hebe ku kar li ser bike.
* Divê serweriya herêma Kurdistanê, Rojava û parçeyên din bê parastin. Bi taybetî divê Rojavayê Kurdistanê bê parastin.
* Divê em ji derve lobiyekê û karên hevpar ava bikin tevî gelên din ên mexdûrê paymana Lozanê.
* Divê em kar li ser wê hişmendiya înkara gelê Kurd dike ku hêzên serdest xistine nava bername û pîlanên xwe û kar li ser wê dikin, bikin û ji bo bi hev re jiyanê veguherînin.
* Bi ti awayî destwerdanê li karûbarên parçeyên din nekin, rêz ji biryarên wê re bigirin.
* Çareserkirina doza Kurd a bi rêya aştiyê li çar parçeyên Kurdistanê.
ROJNEWS/SILÊMANÎ