Divê spasiya PKK’ê bikin

Duşem 25 Adar 2024 - 00:36

  • Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa Adil Maniî da zanîn, dibe ku Iraq bi awayekî fermî danûstandinê bi PKK’ê re bike. Zextên Tirkiyê yên ji bo qedexekirina PKK’ê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tên red kirin.

Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa Adil Maniî da zanîn, dibe ku Iraq bi awayek fermî danûstandinê bi PKK’ê re bike, zextên Tirkiye yên ji bo qedexekirina PKK’ê, ji aliyê Hikumeta Iraqê ve tên redkirin û divê hikumet û xelkê Iraqê spasiya PKK’ê bikin. Adil da zanîn ku Iraq înkara qenciya PKK’ê nake. Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa Adil Manii derbarê hewldanên dewleta Tirk yên li Iraqê dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê û egera danûstandinên fermî yên Iraqê bi PKK’ê re ji ajansa Rojnewsê re axivî. Adil Maniî got ku divê Hikumeta Iraqê û xelkê Iraqê spasiya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bikin, wek sedem jî got:“Ji ber ku PKK’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de alîkariya Iraqê kir, ji ber ku helwesta wan cihê şerefê û rêzdariyê bû. Em jî înkara vê qenciyê nakin.” Adil da zanîn ku hevdîtinên Hikumeta Iraq yên bi Tirkiyeyê re nayê wateya wê ku daxwazên Tirkiye yên ji bo qedexekirina karê PKK’ê li Iraqê hatine qebûlkirin, berovajiyê vê dibe ku Hikumeta Iraqê bi fermî danûstaninê bi Iraqê re bike.

Tirkiye li Başîqa çi dike?

Adil destnîşankir ku ev ne mijarek asane, ji ber ku ji bo qedexekirina karê PKK’ê ti îşarek bi Hikumeta Iraqê re nîne û wiha dewam kir:“Binpêkirina serweriya welatê me ya ji aliyê Tirkiyeyê ve plan e û Emerîka jî piştigiriyê dide vê, ji ber vê Tirkiye nikare bê erêkirina Emerîkayê li gorî xwe pêngavan bavêje.” Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa Adil bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û got; “Em dibînin êrişên Tirkiye yên ser Bakurê Suriyeyê hemxwextê dagirkirina beşek ji Herêma Kurdistanê bû. Niha dewleta Tirk 40 kîlometreyan ketiye nav xaka Iraqê, gelo ev şerê dijî PKK’ê ye, yan jî berfirehkirina desthilata xwe ya li herêmê ye?”

Di dawiya Axaftina xwe de jî Adil got:“Eger hebûna Tirkiyeyê asayî ye, wê demê ji bo çi baregehên leşkerî avakiriye? Li Başîqa PKK nîne, lê leşkerên Tirkiyeyê li wir çi dikin?”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.