Divê sosyalîst bi berpirsyarî rabin

În 7 Adar 2025 - 03:15

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk li ser banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ji ANF'ê re axivî û got:"Banga Ocalan bangek ji bo danîna çekan, pêkanîna aştî, civaka demokratîk û siyasetê ye. Têkildarî meseleya Kurd piştî bûyerên dîrokî û rûdanên qewimîn bangeke bi vî rengî dikarîbû bihata kirin û hate kirin." Hakan Ozturk destnîşan kir ku divê ev yek erênî bê dîtin, di mijara çareseriya meseleya Kurd de zext û danheviyek heye û got:’’Ev zext xurt e, xwe dispêre rastiyê, mafdar e û dikare encamê bi dest bixe.’’ Ozturk bal kişand ser 'pêvajoya çareseriyê' ya beriya niha û anî ziman ku pêşîgirtina li rijandina xwînê bi tena serê xwe divê weke rewşeke erênî bê dîtin û got:"Di atmosfera pêvajoyê de têkildarî bikaranîna Kurdî hin destketî hatin afirandin. Li gel vê yekê berxwedana Geziyê, potansiyela rêxistinbûnê ya HDP'ê û rêjeya ji sedî 13 a dengan, têkbirina hêza AKP'ê ya avakirina hikumetê bi tena serê xwe di wê pêvajoyê de pêk hatin. Zext çiqasî bê kirin û hewl bê dayin ku rê bê tengkirin jî encam wê neguhere. Zexta ji bo daxwaza demokrasiyê ji zexta astengkirinê bilindtir e."

Divê civaka Tirk bê amadekirin

Ozturk ragihand ku gelê Tirk dikare ji pêvajoya aştiyê re amade be û got:"Bi dehan sal in propagandaya şoven li civakê tê kirin. Lewma kar wê hêsan nebe. Li gel vê yekê di dema têkoşînê de pîvana xwişk û biratiya gelan timî li jorê hate hiştin. Ev yek wê di dema bê de derfeteke mezin biafirîne. Civaka me gelek danhevî berhev kiriye. Bi van tecrûbeyan dikare pêşiya xwe bibîne. Dibêjin, destpêkirin nîvê qedandinê ye. Me destpê kir.  Ya zehmet her tim destpêk e. Ji qutiya girtî ronahiyê xuya kir."

Sosyalîst jî ne amade ne

Ozturk anî ziman ku partiyên sosyalîst ên li Tirkiyê ji vê pêvajoyê re amade nînin, lê belê dikarin bêne amadekirin û got:"Wezîfeya vegotina meseleya Kurd, xwişk û biratiyê û aştiyê her tim li ser milê sosyalîstên Kurd bû. Divê ji bilî sosyalîstên Kurd jî vê wezîfeyê bi cih bînin.Divê li ser vê yekê tevbigerin. Dawiya dawî divê em ji tevahiya civakê re vebêjin. Karê destpêkê ya ku sosyalîst bikin ew e ku baweriya xwe pê bînin ku ev mesele dikare pêk were."

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.