Divê sîstema Îmraliyê ji hev bixin

Şemî 18 Mijdar 2023 - 00:15

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk DBP’ê Keskîn Bayindir anî ziman ku li Tirkiye û Kurdistanê di civînên gel de fikra esasî ya hate nîşandan ew bû ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Abdullah Ocalan di pozîsyoneke diyarker de ye û ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîneke xurt bê meşandin.

Bayindir diyar kir ku ji bo tevlîbûna li 'Meşa Azadiyê' ya ber bi Gemlîkê ve xurt bikin wan li 122 deveran civîn lidar xistin û got:"Ev meş ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan, gelekî hêja ye. Ev ne tenê meseleya Kurdan e. Ev mesele bandorê li her kesî dike. Sîstema Îmraliyê rastiya hiqûq, demokrasî û mafên mirovan a li Tirkiyeyê radixe pêş çavan. Çavkaniya şerê nava saziyên dewletê, çavkaniya bihevketina Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind Îmrali ye. Li Tirkiyeyê her kesên ku daxwaza hiqûq, demokrasî û mafên mirovan dikin divê weke gava destpêkê ji bo jihevxistina sîstema Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan têbikoşin."

Ev meş destpêk e

Bayindir işaret bi asta krîtîk û dîrokî ya meseleya Kurd kir û got:"Rastiya dewlet û desthilatdariyê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê li hemberî civaka ku daxwaza wekhevî û azadiyê dike şer ragihandiye. Şer û neçareseriyê ji xwe re dike esas. Sedema israra li ser tecrîdê jî ev e. Krîza aborî, siyasî, civakî ji her alî ve li holê ye. Birêz Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ya stratejîk e. Ji bo gelan lîderê stratejîk e."

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku di serî de gelê Kurd bi gelên bindest hemûyan re ew hewl didin bi têkoşînê dawî li tecrîd û dorpêçê bînin û got:"Lewma meşa ku em ê ber bi Gemlîkê ve lidar bixin ne tenê meşa Kurdan e. Meşa azadiyê ya gelên bindest hemûyan e ku mexdûrê kiryarên vê desthilatdariyê ne. Em vê meşê weke destpêkekê dibînin û bang li her kesî dikin ku tevlî bibin."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.