Rojnamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK′ê ve şermezar kir û got, Silêman heqîqetê û berxwedana civaka Kurd radighîne. Rojnamevanan bang li rêxistinên têkildar kir ku ji bo Silêman Ehmed bê berdan, erkên xwe bi cih bînin.

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed piştî ku ji serdana malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vegeriya cihê kar,  25′ê Cotmehê li deriyê Pêşxabûr ê ji aliyê PDK′ê ve hat revandin.

Rojnamevan Elaa Hiso li ser revandina Silêman Ehmed got:"Ev siyaset nayê qebûlkirin. Em bang dikin divê di zûtirîn dem de Silêman Ehmed serbest bê berdan da ku vegere ser karê xwe û heqîqet û berxwedana civaka Kurd ji raya giştî re ragihîne."

Rojnamevan Ela Hiso tawanên PDK′ê yên li dijî Silêman Ehmed derewand û wiha got: "Ev tawan ne rast in. Kirinên PDK′ê dikevin xizmeta dijminê gelê Kurd.′′

Rojnamevan Zinar Cafer kiryarên PDK′ê wekî xetereyekê li ser gelê Kurd nirxand û anî ziman ku di serî de revandina rojnamevan Silêman Ehmed, kiryarên PDK′ê dikevin xana xiyanetê.

Cafer kiryarên PDK′ê şeremzar kir û got, PDK′ê, bi revandina Silêman xizmeteke bê berdêl daye dewleta Tirk a dagirker û revandina wî tê wateya xizmeta ji dijminê gelê Kurd re.

Zinar Cafer bang li rêxistinên herêmî û navneteweyî yên têkildarî parastina mafên rojnamevanan kir ku erkên xwe bi cih bînin û ji bo serbestberdana Silêman kar bikin. Her wiha bang li saziyên parastina rojnamevanan ên li Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo Silêman Ehmed bikevin nava hewildanan.

Binpêkirina madeya 28’an e

Çalakvanê mafê mirovan Elî Meyahî di derbarê revandina Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve ji Rojnews’ê re axivî.

Elî Mehayî diyar kir ku revandina Rojnamevanê Rojnews’ê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve binpêkirina madeya 28 ya destûra Iraqê ye ku girêdayî parastina azadiya rojnamevanan e. Her wiha da zanîn ku dosyeya revandina Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve metirsîdare, ji ber ku hîna çarenûsa wî nediyare ku ev jî binpêkirina destûrê ye, her wiha binpêkirina eşkere ya hemû yasayên Iraqê ye. Elî Mehayî wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di çarçoveya destûrê de kesek nikare bi ti şêweyan êrişî rojnamevanan bike. Em hemû kiryarên li dijî Silêman Ehmed hatîn kirin şermezar dikin. Her wiha bang lêkolînek lezgîn di dosyeyan revandina Silêman Ehmed de dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN