Divê şertên Ocalan werin sererastkirin
Şemî 5 Nîsan 2025 - 03:05
Fuat Kav da zanîn ji bo pêvajoya baş bê meşandin divê dewlet gavê biavêje û wiha got:"Divê şertên Ocalan werin sererastkirin."
Piştî banga Rêber Apo ya dîrokî û agirbesta ku PKK’ê îlan kir, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşên têkildarî pêvajo û diyalogê berdewam dikin. Rêber Apo di hevdîtina li gel malbatê ya dawîn de xwedîderketina bangê ya li qadên Newrozan silav kir û Cejna Newroz û Cejna Remezanê li her kesî pîroz kir.
Dewlet di nîqaşên pêvajo û diyalogê de dixwaze mijarê bi çekberdan û lidarxistina kongreya PKK’ê sînordar bike. Lê belê tevî banga Rêber Apo jî gavên ku divê dewlet biavêje, nayên avêtin. Weke ku mafê Rêber Apo yê hêviyê nehatiye dabînkirin, şert û mercên tecrîdê jî berdewam dikin.
Nivîskar Fûat Kav têkildarî mijarê axivî.
Fûat Kav di dewama axaftina xwe de diyar kir ku PKK guherîn û veguherîna xwe digire dest û bi bîr xist ku dewletê heya niha tu gav neavêtine. Kav piştre helwesta dewletê weke helwesta ‘’gîrokirin, taloqkirin û helwesteke jirêzê’’ pênase kir û anî ziman ku divê dewlet gavên hewce biavêje.
Fûat Kav anî ziman ku girtina Serokê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû jî têkildarî pêvajoyê ye û ev yek anîn ziman: ‘’Du aliyên vê mijarê hene; ya yekem ew e ku Îmamoglû ji bo serokkomariyê namzedekî bi hêz e û ihtimala serkeftina wî bilind bû. Aliyê duyem jî têkildarî pêvajoyê ye. Aliyên ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, dibin sedema rageşiyê. Yanî bûyerên têkildarî Îmamoglû têkildarî pêvajoyê ne. Kesên ku vê yekê dikin jî ew kes in ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe.’’
Fûat Kav piştre anî ziman ku girêdayî van şert û mercan ne pêkan e ku Rêber Apo guherîn û veguherîna ji nû ve pêk bîne, divê dewlet rêya vê yekê veke û ev berpirsiyarî ya dewletê ye.
Fûat Kav îfade kir ku divê teqez şert û mercên Rêber Apo werin sererastkirin û got: ‘’Lidarxistina kongreyeke ku dewlet tim tîne ziman, ne pêkan e. Bi zextê tu partî kongreyê li dar naxe û xwe fesix nake. Mînaka vê yekêli seranserê cîhanê tune ye. ’’
Fûat Kav di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û ev yek anîn ziman: ‘’4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertî ye. Ne tenê rojbûna kesekî ye di heman demê de rojbûna neteweyekê ye. Tê wateya rojbûna îdeolojîû tevgerekê jî.’’
ANF/BRUKSEL