Divê şertên Ocalan bên zelalkirin
Çarşem 9 Nîsan 2025 - 03:15
- Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo ku ev pêvajo encam bibe divê şert û mercên wî jî bên zelalkirin û azad bibe.”
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 1ê Nîsanê de bi dirûşma “Em bi civaka demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Qada Şêx Seîd a Amedê ber bi Amarayê ve meşek li dar xistin û meş di 4ê Nîsanê de li gundê Amarayê yê Xelfetiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayik bûye bi dawî bû. Gelek nûnerên sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî û parlamenter jî tev li meşa ciwanan bûn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren ku ew jî tev li meşa ciwanan bû têkildarî meşa ciwanan, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê hêviyê ji ajansa me re axivî.
Ciwanan meş dan destpêkirin
Serhat Eren qala meşa ciwanan a ji Amedê ber bi Amarayê ve çar rojan berdewam kir û wiha got: “Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite û pêvajoyê bimeşîne, civakeke demokratîk were avakirin û ji bo piştgiriyê bidin banga birêz Abdullah Ocalan ciwanan ev meş da dest pê kirin. Ji bo ku ev pêvajo encam bibe divê şert û mercên wî jî bên zelalkirin û azad bibe. Em jî weke partiya me, jin, sazî, dezgeh û gelê me em bi hev re tev li vê meşê bûn.”
Peyam li Xelfetî û Amarayê hate dayîn
Serhat Eren diyar kir ku ji navçeyên tê re derbas bûn gel ew bi awayekî bi coş pêşwazî kir û ev tişt gotin: “Peyama herî mezin li Xelfetî û Amarayê hate dayîn. Di 8’ê Adarê û Newrozê de jî bi milyonan mirovan sê peyamên herî girîng dan. Van mirovan gotin ‘em bangawaziya birêz Ocalan destek dikin, ji bo ku bigihe armancê jî çi ji destê me were em ê bikin. Ji her demê zêdetir em ê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bi pêş bixin.’ Ya duduyan gotin ‘Ji bo ku birêz Ocalan di şert û mercên azad de xebata xwe bike, ji bo ku bi rêxistina xwe re têkiliyê bi pêş bixe, sazî û dezgehên sivîl re, bi çapemeniyê re, bi gelê kurd û gelên Tirkiyeyê re were gelhev, derbarê vê pêvajoyê de wan agahdar bike, em azadiya birêz Ocalan dixwazin’ Ya sêyan jî gotin ku ‘Divê dewlet gavan biavêje.’ Birêz Ocalan bangeke dîrokî kir. Pişt re ne tenê li Tirkiyeyê ji Rojhilata Navîn heta gelek welatên cîhanê, sazî û dezgehên sivîl daxuyanî dan û piştgiriya vê pêvajoyê kirin. Gotin dewlet jî gavan biavêje. Operasyon bên sekinandin. Birêz Ocalan azad bibe.”
Dewletê tu gav neavêtine
Serhat Eren, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de bi raya giştî re parve kir û wiha domand: “Birêz Ocalan ne tenê 27 sibatê zêdetirî 30 salan e dibêje ‘divê pirsgirêka kurd di zemîneke demokratîk de were çareserkirin.’ Di 27ê sibatê de jî bangeke dîrokî kir û ji bo ‘Pirsgirêka kurd were çareserkirin, aştiyeke mayînde û birûmet bê avakirin, kurd bi nasname, ziman û çanda xwe bijîn, gelê Tirkiyeyê xwe di nava civakê de bêtirs bikare xwe îfade bike, çapemenî azad bibe, edaletek were tesîskirin’ ev bang kir. Ev 6 meh e hevdîtin hene lê dewletê ne di vê pêvajoyê de ne jî ji 27ê sibatê ve tu gav neavêtine. Ji bo aştiyeke bi rûmet divê makezagon biguhere. Lê beriya wê hinek qanûn bên guhertin jî girîng e. Dê vê pêvajoyê rehettir bike. Weke mînak dikarin ‘Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK)’ biguherînin. Her wiha di sala 2014an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê ‘mafê hêviyê’ de ji bo birêz Ocalan biryarek da. Lê 11 sal in ev biryar nayê bi cih anîn. Desthilat berpirsyariya xwe bi cih naîne. Ne tenê ev biryar gelek biryarên ku DMMEyê dane hene. Em dixwazin ev biryar werin bicihanîn. Heke ev kirin ev jî gaveke. TMK li pêşiya her tiştî asteng e divê were guhertin. Her wiha Qanûna Înfazê. Gelek nexweşên giran hene di girtîgehan de, dema ku ev qanûn were guhertin dê girtiyên nexweş jî û rêzdar Ocalan jî azad bibin. Ne tişteke zor û zehmete ku Qanûna Mûhakemeya Ceza (CMK), Qanûna Ceza ya Tirkan (TCK) û TMK bên guhertin. Kesê destê AKPê û dewletê ne girêdaye. Pir bi rihetî dikarin van derxin bînin Meclisê û ji Meclisê bên derxistin. Ev bên kirin dê gelek gav bên avêtin.”
Divê Ocalan di mercên azad de bixebite
Serhat Eren, bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj tecrîd berdewam dike û wiha pê de çû: “Pirsgirêka herî sereke ev e. Divê ev tecrîd rabe. Birêz Ocalan bikare bi malbata xwe, parêzerên xwe, şandeya Îmraliyê, gel, çapemeniyê re hevdîtinan pêk bîne, nîqaş bike. Di vê pêvajoyê de bi rêxistina xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo ku ev pêvajo bimeşe û bigihe encamekê.”
AW/AMED