Divê şertên Mandela pêk bên
Şemî 11 Çile 2025 - 02:55
Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didome. Peyama Rêber Abdullah Ocalan a di hevdîtina 28’ê Kanûnê ya bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re ku 7 xalan pêk tê û veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê dihewîne, bi raya giştî re hat parvekirin.
Ji parêzerên ewil ên Abdullah Ocalan Ercan Kanar jî mijarê nirxand û diyar kir ku ji bo muzakereyên li Îmraliyê bi awayekî baş bimeşin divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin û got:"Divê di qanûnê de sererastkirinên qanûnî bên kirin û wekî Nelson Mandela ji bo Rêber Abdullah Ocalan jî şert û merc bên afirandin û piştre serbest bê berdan."
Li dijî pîvanên Mandela ne
Kanar bi bîr xist ku Bahçelî bi daxuyaniyên xwe polîtîkaya tecrîdê qebûl kiriye û Erdogan jî piştgirî daye van daxuyaniyan. Kanar destnîşan kir ku desthilat ku li ser pirsên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê îdîa kir ku tecrîdeke bi vî rengî tune ye, di vî warî de xwe derewandiye. Kanar diyar kir ku divê tecrîda bê şert û merc bê rakirin û mafê serbestberdana bi şert bê dayîn û got ku şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî Pîvanên Mandela ne:“Mandela, ji ber ku li girtîgehê li dijî tecrîdê têkoşîneke mezin da, navê wî lê hat kirin. Her wiha divê di girtîgeheke nêzî mala malbata xwe de bê girtin. Ji xeynî vê, divê ew karibe hemî weşanên qanûnî bixwîne. Cezayê dîsîplînê yê herî giran be jî, hevdîtina malbat û parêzeran nayê astengkirin. Piştî ku ev yek pêk hat em dikarin behsa aştî û çareseriyeke rasteqîn bikin."
Divê tecrîd bê rakirin
Kanar anî ziman ku piştî banga Bahçelî hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re girîng e û got:“Ez dixwazim bibêjim ku bêyî ku niyetên bên pirsîn hevdîtinên hatine kirin girîng in. Lê ez dixwazim vê yekê jî destnîşan bikim; dewlet xwedî projeyeke zelal nîne. Ger çareserî û hevdîtinên aştiyê dest pê bikin, divê beriya her tiştî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin. Şertê duyemîn jî ew e ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê qebûlkirin. Di lihevkirineke ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyê qebûlkirin de çareseriyeke rast nîne. Ji aliyekî ve berdewamkirina tayinkirina qeyûman şaredariyên û berdewamkirina operasyonan nîşan dide ku desthilat ne samîmî ye. Ez bawer nakim ku desthilat di çareseriyeke rasteqîn de samîmî be. Tenê hevdîtina heyeta DEM Partiyê têr nake. Wekî pêvajoya Mandela, divê parêzer û malbat jî karibin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Ji bo vê jî divê Rêber Abdullah Ocalan têxin hepsa malê. Her wiha divê cezayê hetahetayê bê xerakirin. Paşê divê qanûnek bê çêkirin û di serî de Rêber Abdullah Ocalan û bi giştî hemû girtiyên siyasî bên berdan."
Kanar anî ziman ku ji bo hevdîtin baş bên kirin teqez divê Rêber Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got ku her wiha divê DEM Partî ji bo vê serdana baroyan bike.
Kanar destnîşan kir ku çareserkirina meseleya kurd ne hêsan e û ji bo vê jî divê saziyên demokratîk, rêxistinên maf û hiqûqê û sendîka bi berpirsiyarî tevbigerin û got ku ji bo rakirina tecrîdê divê hemû sazî têkevin nava hewldanan.
MA/ESRA SOLÎN DAL