Divê rola çareseriyê bê lîstin

Çarşem 22 Çile 2025 - 03:00

Têkildarî êrîşên Tirkiyeyê û binpêkirinên mafan, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku hevdîtinên ji bo pêvajoyeke nû tên kirin girîng in û got:” Dewletê pirsgirêka kurd pêş xist. ji ber vê yekê divê dewlet gav bavêje. Divê hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl jî rola xwe ya çareseriyê bilîzîn.”

Têkildarî êrîşên Tirkiyeyê û binpêkirinên mafan, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz axivî.

Hevdîtin girîng in

Ercan Yilmaz destnîşan kir ku peyamên li Îmraliyê bi raya giştî re hatin parvekirin ne nû ne û bi salan e ji bo ku pirsgirêkan kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin Rêber Abdullah Ocalan bang dike. Ercan Yilmaz, destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan dixwaze rêya diyalogan bê vekirin û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de ev peyamên ku hat dayîn jî pir girîng e. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka îroyîn e. Dema ku Komara Tirkiyeyê ava bû Tirkiyeyê nexwast ku gelê kurd bi nasname û bi çanda xwe li ser welatê xwe bijî. Nexwest bibe xwedî statu. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de peyamên ku tên dayîn û hevdîtinên ku bi partiyên siyasî re tên kirin girîng e.”

Dewlet êrişî Rojava dike

Ercan Yilmaz da zanîn ku hemû kes ji bo aştiyeke mayînde bi hêviye û wiha got: “Li aliyekî hêviya çareseriya pirsgirêka kurd heye. Li aliyê din dewlet êrişî Rojava dike. Her roj sivîlan dikuje û qeyûm tayin dike. Ev bi hevre nameşe. Divê devlet ji dil nêzî daxwaza kurdan bibe. Divê gavên demokrasiyê bavêje.”

Divê rola çareseriyê bê lîstin

Ercan Yilmaz bibîr xist ku Dewleta Tirk 40 sal in li Kurdistanê mafên kurdan binpê dike û wiha berdewam kir: “Ev hemû bi rapor, belge hatine çespandin. Ercan Yilmaz, anî ziman ku ew wek 35 şaxên ÎHDê dikarin tecrûbeyê xwe parve bikin û wiha pêde çû: “Ji bo aştiyek mayînde çi bikeve ser milên me em amade ne. Hewce ye ku devlet ji bo naskirina mafên kurdan gav biavêje. Ji ber ku kurd jî xwediyê mafên xwe ne. Dewletê pirsgirêka kurd pêş xist. ji ber vê yekê divê dewlet gav bavêje. Divê hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl jî rola xwe ya çareseriyê bilîzîn.”

AJANSA WELAT/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.