Divê rihê serhildanê geş bibe

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:33

  • Leyla Guven a dîlgirtî ye diyar kir ku bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têrê nake, divê ji aliyê fizîkî ve were azad kirin û got: Pêwîstiya me bi rihê serhildanan heye ku ji salên 1990’an heta 2000’an pêk hatin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê ya dîlgirtî Leyla Guven ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncan a Enqereyê tê girtin, ji Radyoya Dengê Gel re axivî. Guven diyar kir ku divê mirov Komploya Navneteweyî rast fêm bike û got:“Tevî ku gelê Kurd û Rêberê me ev komplo pûç kirin jî, şert û mercên esaretê dewam dikin. Di demekê de ku pirsa Kurd derketibû qada gerdûnî û diviyabû li ser bingeheke demokratîk û hiqûqî têkoşîneke bi bandortir bihata meşandin, weke hevseroka KCD'ê min hewl dida tiştekî bikim. Lê AKP bi hinceta darbeyê li Kurdistanê terora dewletê pêk anî. Di dema esareta 24 salan a Rêbertiya me de, 22 sal di serdema AKP'ê de pêk hat. Me ji despotekî zalim, pragmatîst, durû, rovanşîst û faşîst di nava civaka giştî de ji kesekî weke Erdogan nêzîkatiyeke demokratîk hêvî nedikir. Lê belê ev rewşek pir taybet e ku gelên destûrî yên ku mafên wan tên dayîn jî, Rêberê me nas nakin. Desteserkirina mafan ku di salên berê de car bi car dihatin astengkirin, êdî veguherî tecrîda tam. AKP dizanibû ku ev lîstikek xeternak e. Lê di heman demê de dilsoziya gelê me ya bi Rêberê xwe re diceriband.”

Min xwest bibim çirûskek

Di dewama axaftina xwe de Guven li ser girtina xwe rawestiya û got:“Min êşkenceya tecrîdê qebûl nekir. Min digot divê ez tiştekî nû bikim di vê atmosfera ku herkesê devê xwe vekir dihat girtin û bêdengiyek mezin hebû. Min xwest li vê cihê berxwedanê ku heval Sakîne û Kemal lê hatine ragirtin, bibim çirûska çalakiyeke watedar. Ev jî qîrîna yekem a bi milyonan bû. Min xwest ji herkesî re ragihînim ku Rêberê gelan nayê bêdengkirin. Dema ez îro lê dinêrim, xwezî me di wê serdemê de ne rakirina tecrîdê bi tenê azadiya Rêbertî jî kiribûya armanc. Bi dîtina min wê çalakiyên ku me hem weke 50 siyasetmedarên Kurd û hem jî bi hezaran girtiyan ji bo azadiyê pêk bînin wê gelekî watedartir bûya. Helbet bi saya fedekariyên wê pêvajoyê ku bedelên mezin derketiye holê bihîstina dengê Rêberê me girîng bû, lê nayê qebûlkirin kesê ku nûnertiya Rêbertiya bi milyonan dike, hîn jî girtî be.” Leyla Guven wiha qala çalakiya greva birçîbûnê ku pêşengiya wê kiribû kir: “Armanca min ew bû ku barê hêviyên me yên ciwan ên ku li her qadên têkoşînê li ber xwe didin parve bikim. Min xwest bibim parçeyek ji berdêla tecrîdê. Lêbelê, ev yek pêk nehat. Bi beşdarbûna bi hezaran hevalên xwe di rêya ku min bi tena serê xwe danî, ez bi tenê nehiştim, di armanca xwe ya yekem de jî serkeftin bi dest nexist. Berpirsiyariya her hevalekî ku di grevê de bû êdî li ser milê min bû. Min hêvî dikir ku tiştek bi wan neyê. Min bi dilê xwe di kefa destê xwe de rêya xwe domand. Di çalakiyên fedaî yên Heval Zulkuf û Ayten de min hilweşîna mezin a duyem jiya. Her şehîdê tecrîdê parçeyek ji dilê min dibir. Heval Zulkuf, Ayten, Zehra, Mahsum, Siraç, Medya, Yonca û du hevalên me yên ji Ewropayê ji bo Rêberê me canê xwe feda kirin. Heta nefesê bigirim ez ê wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr bînim. Diviyabû min ji bo Rêbertiya Azad a ku şehîdên tecrîdê armanca wan azadî bû, têkoşîneke xurtir bikira.”

Pêvajo dudiliyê qebûl nake

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven anî ziman ku êşkenceya tecrîdê berdewama Komploya Navneteweyî ye û got:“Divê em plansaziya xwe bi awayekî rast bikin û bi daxwazên şênber û rastî rabin ser piyan. Pêngava ‘Ji Rêbertiyê re Azadî, ji Kurdistanê re Statû’ ku li derveyî welat dest pê kir, destpêkek pir girîng e. Rêberê me û sê hevalên wî 24 sal in tevî tecrîda girankirî li ber xwe didin. Ji ber vê yekê lazim e ku em ruhê serhildanên salên 90’î heta salên 2000’î vejînin. Madem qibleya me gelê me ye. Ger pêwendiya me bi gelê me re jidil be em ê bi ser kevin. Têkoşîna me ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ye. Eşkere ye ku ev pêvajo helwestên dudilî, bêbandor û keyfî qebûl nake. Li Îmraliyê tecrîd heye. Li girtîgehan greva birçîbûnê heye, wê demê wê ji bîr neke ku her saniye xwedî girîngiyeke mezin e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.