Rojnamevan Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 71 roj in agahî jê nayê girtin. Derbarê mijarê de, dayika Silêman Ehmed, Sultana Ehmed axivî.

Sultana Ehmed destpêkê bang li Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir da ku ji bo eşkerekirina çarenûsa Silêman bi erka xwe rabe û got;“Ez bang li aliyên peywendîdar dikim, ji bo çarenûsa kurê min destwerdanê bikin. Silêman rojnamevane û bi salan li Herêma Kurdistanê kar dike. Niha ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, lê ti aliyek ji bo eşkerekirina çarenûsa wî hewl nade.”

Çarenûsa kurê min eşkere bikin

Dayika Silêman, Sultana got; “Ji bo çi çarenûsa kurê min eşkere nakin? Kurê min bi eşkere kar dikir û tiştek ne yasayî nekiriye. Çawa dibe bi awayek yasayî bê Heleb û piştre bi di dema vegerê de bê revandin. Ji bo çi nahêlin parêzer Silêman bibînin û dosyaya wî eşkere bikin?”

Di dewama axaftina xwe de Sultana ev bang li Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir:“Ji bo çi Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo çarenûsa Silêman nakeve nava hewldanan. Rêveberiya Xweser li ser revandina Silêman, li kuye? Ma Silêman jî ne welatiyek bajarê Efînê ye? Ji bo çi hûn destwerdanê nakin û ji bo çi hun ji bo eşkerekirina çarenûsa kurê min hewl nadin? Ji bo çi hûn hewl nadin parêzer biçin gel Silêman û dosyayê lêkolîn bikin?”

Rojnamevan Selman Aslan jî ev bang kir:’’Kesên xelkê Kurd kuştine, li Helebceyê bi hezaran kes bi kîmyabaranê qetil kirine, li Hewlêrê bi azadî dijîn û digerin. Lê rojnamevanên Kurd girtî ne. Silêman Ehmed berdin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN