Di serî de li Elmanyayê li gelek navendên Ewrûpayê, dawiya hefteyê ji bo serbestkirina Rêber Apo çalakî pêk hatin.
Li bajarê Frankfûrt, Saarbrucken, Bîelefeld, Mannheîm û Stûttgartê yên Elmanyayê, li bajarê Vasterasê yê Swêdê, li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê û li bajarê Marsîlyayê yê Franseyê û li bajarê Solothûrnê yê Swîsreyê çalakî pêk hatin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger pêşengiya çalakiyan kirin. Di çalakiyan de tevî daxwaza serbestiyê ji bo Rêber Apo, hewldana rêveberiya Kazimî ya ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, hat şermezarkirin. Çalakiya li Saarbruckenê di vî warî de pêk hat û li ser banga TAJÊ çalakî hat lidarxistin.
Kurdan, Kurdistaniyan û dostên wan xwestin hevdîtin rûbirû bi Rêber Apo û hevalên wî yên li Îmraliyê re were kirin. Ji bo vê jî bang li saziyên pêwendîdar ên navdewletî kirin da ku bi erka xwe rabin.
NAVENDA NÛÇEYAN