Divê Rêber Apo azad bibe

În 18 Tîrmeh 2025 - 03:38

Dayikên bal birin ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wiha gotin:” Eger gaveke samîmî were avêtin, divê beriya her tiştî Rêber Apo azadiya fîzîkî bi dest bixe. Her wiha serbestberdana girtiyên siyasî û nexweş divêtiyek e."

Dengvedana merasima îmhakirina çekan a PKK'ê ku di 11 'ê Tîrmehê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, berdewam dike. Di nava kesên ku ev merasîma dîrokî ji nêz ve dişopînin de dayikên ku zarokên wan tevlî PKK'ê bûne û bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin jî hebûn. 

Dayikên Aştiyê yên ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê beşdarî merasîma li Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bûn, daxwaza xwe ya ji bo gavên hiqûqî yên şênber bên avêtin anîn ziman. 

Divê Rêber Apo azad bibe 

Ji dayikan Gulbeyaz Mihci da zanîn ku tevahiya civak ji ber şerê demdirêj êşê dikişîne û got, "Hêvîdarim wê dawî gelekî bedew bibe. Bi daxuyaniya Serokatî re PKK'ê çeka xwe li pêş çavên tevahiya cîhanê şewitan û ev yek li vê cîhanê gelekî deng veda. Tayyîp Erdogan jî daxuyanî da, lê hêj tu gavên çareseriyê nehatine avêtin. Eger gaveke samîmî were avêtin, divê beriya her tiştî Rêber Apo azadiya fîzîkî bi dest bixe. Her wiha serbestberdana girtiyên siyasî û nexweş divêtiyek e." 

Em di nava aştî û aramiyê de bijîn 

Gulîzar Yaşar bal kişand ser girîngiya pêvajoyê ji bo hemû gelan û wiha got: "Ev pêvajo ji bo me hemûyan gelekî girîng e. Divê bi awayekî cidî bê meşandin. Em dixwazin her kes bi hev re di nava aştî û aramiyê de bijîn." 

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.