Divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ derkeve

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Çile 2022 - 22:00

  • Nivîskar û çalakvana siyasî ya Skoçî Sara Glynn dibêje, hikûmetên rojavayî, dikarin bi rêya derxistina navê PKK`ê ji ‘’lîsteyên terorê’’ derfeteke rastîn ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn peyda bikin. 

EKREM BEREKAT / ANHA/QAMIŞLO

Li tevahiya Kurdistanê û cîhanê kampanyayên bi banga derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” ya YE û DYE´yê tên birêvebirin. Di 13`ê Kanûna 2021`ê de Înîsiyatîfa Edaleta Navneteweyî ya Kurdan, kampanyeke navneteweyî bi heman armancê ragihand.

Ji 30 dewletan, zêdetirî hezar kesayetên navdar tev li kampanyayê bûn û jê re pêşengiyê dikin. Her wiha gelek parlamenter, akademîsyen, hunermend, siyasetvan, nivîskar û çalakvan tev li bûn. Li rex wê jî gelek kovarên Skoçî û Îtalî ji bo piştgiriya kampanyayê, gotar belav kirin.

Nivîskar û çalakvana siyasî ya ji Skoçî, Sara Glynn jî ku niha li bajarê Fransayê Strasbourgê dimîne, tev li kampanya derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” bû. Têkildarî mijarê wê got, ti hiceta qanûnî tine ye ku navê PKK`ê bikeve “lîsteya terorê”.

Yekitiya Ewrûpayê (YE) û Dewletên Yekbûyê yên Emerîkayê (DYE) navê PKK`ê xistine ‘’lîsteya terorê’’, tu li ser vê çi dibêjî?

Ew dixwazin êrişên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rewa nîşan bidin û tevahiya têgehên ku partî pê bang dike, pûç bikin, di heman demê de da ku tevger û rêxistinên Kurdan ên girêdayî vê partiyê hemûyan, nerewa nîşan bidin. Ji bo van hemûyan, navê PKK´ê xistin lîsteya terorê. Di gotarên li ser vê partiyê de, pirrî caran gotina “Partî di nava lîsteya terorê de ye”. Ev yek bi awayekî nerênî bandorê li xwendevanan dike.

Tevî ku PKK di ‘’lîsteya terorê’’ de ye, kiryareke terorîst nekiriye, berovajî wê, ji bo parastina nirxên mirovahiyê yên pêkhateyan û pêkanîna azadiyê, di sêrî de azadiya jinan, têdikoşe. Bi fikra te, gelo ev delîl hemû têrê nakin ku navê partiyê ji “lîsteya terorê’’ bê derxistin?

Kiryara terorîstî çi ye? Ti pênaseyeke zelal jê re tine ye, ti danasîna lihevkirî li ser tine ye, li Ingilîstanê ne tenê kiryara pratîk dibe teror, her wiha plankirin jî dibe kiryareke terorîst.

Dadgeha Belçîkayê dozeke girîng pêşkêş kir û got, PKK aliyekî şerekî çekdarî yê ne navneteweyî ye. Ev girtek baş in û gelek girîng in.

Di vê dawiyê de ji bo derxistina navê PKK`ê ji ‘’lîsteya terorê’’ gelek însiyatîf hatin ragihandin. Skoçî jî cihê xwe di van însiyatîfan de digirin.

Ne pêkan e ku kampanyeke tenê karibe tiştekî pêk bîne. Divê bi hev re kar bikin da ku ev fikir bê qebûlkirin. Heke fişareke mezin ji aliyê gel ve tine be, siyasetvan nalivin. 

Kovareke Skoçî di 21`ê Kanûna 2021`ê de gotareke têkildarî derxistina navê PKK´ê ji ‘’lîsteya terorê’’ belav kir. Bandora vê yekê heye?

Min gelek gotar ji Kovara “Bella” re nivîsandin. Ez her tim gotaran li ser Kurdan li ser malperên tevna civakî yên Skoçî belav dikim. Skotland piçûk e, ez di nav çepgirên Skoçî de navdar im. Careke din dibêjim, gotareke tenê bandorê nake û tiştekî naguhere. Rêzegotarên herdem, bala şêniyan dikişînin. Wê bihêlin şênî zêde tev li kampanyayê bibin.

Ez bawer dikim ku Skoçî dema navên navdar li welêt dibînin, piştgiriya doza derxistina PKK´ê ji lîsteya terorê dikin, ev yek dê bikêrhatî be.

Bangewaziya te ji bo YE û Emerîkayê çi ye, da ku navê PKK`ê ji lîsteyê derkeve?

Min nivîsand û dîmen li ser Twitterê belav kir. Min piştrast kir ku divê Brîtanya navê partiyê ji lîsteyê derxe. Hikûmetên rojavayî dikarin derfeteke rasteqîn ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn peyda bikin. Ev yek bi rêya derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê pêk tê. Ev dewlet bi rêya danûstandinan dikarin derfetên çareserkirina doza Kurdan li Tirkiyê zêde bike, da ku karibin derfetê bidin wan da ku bi rûmet û di nava aştiyê de bijîn û bingehekî çêke da ku nijadperestiya li Tirkiyê bi dawî bibe.

Beriya bi du salan, Dadgeha Belçîkayê got nabe Partiya Karkerên Kurdistanê wek rêxistineke terorîst bê binavkirin. Ji ber ku di nakokiyeke çekdarî ya ne navneteweyî de şer dike. Ji ber wê, qanûnên şer, ne qanûnên cezayî li ser tê meşandin. Ti hiceteke qanûnî ya binavkirina PKK´ê weke rêxistineke terorîst tine ye.

Gelekî girîng e ku em qanûnên ku ev biryar li gorî wê hatiye dayîn, binirxînin. Qanûn wek bertekê li dijî têkoşîna li dijî mêhtingerî û faşîzmê bi pêş ket ku di hin şert û mercan de berxwedana çekdarî dipejirîne.

Gelo aştî pêkan e, ji bo vê yekê tu çi dibêjî?

Ji bo gelek Kurdan, ev partî, maf û hebûna wan diparêze û ji bo civakeke baştir têdikoşe û rêzdariyeke mezin li hemberî wê heye.

Di dîroka nûjen de, kengî her du aliyên nakok ji bo danûstandinê amade bin, wê demê aştî pêkan e. Mîna ku li Efrîkaya Başûr û Îrlenda Bakur pêk hat. Partiya Karkerên Kurdistanê heta demeke dirêj ji diyalogê re amade bû, lê dewleta Tirk hewl dida ku nasnameya Kurdan bi tundiyê bi çewisîne û hemû nîşaneyên Kurdan, wek kirinên terorîst bi nav dike.

Dewletên mîna Tirkiyê ku Partiya Karkerên Kurdistanê qedexe dikin, derfetê didin dewleta Tirk ku tundiyê li şûna aştiyê bipejirîne. Ji bo kesên piştgiriya doza Kurdî dikin biçewisînin di nav de civakên Kurd ên li derveyî Tirkiyê, pênaseya nerm a terorê bi kar tînin.

Welatên ku dixwazin bi rastî tundiyê bi dawî bikin, divê navê Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteyê derxin û ji bo pêkanîna aştiyê kar bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.