Divê PKK êdî serbest be
Çarşem 1 Kanûn 2021 - 23:15

- Berdevkê Komîsyona Hiqûqê ya NCDK Swêdê Altun got, aliyên li parlamenê yên ew bi wan re peyivîne û hikûmet, hemû difikirin ku qedexeya PKK’ê êdî bêmane ye. Altun xwest, li gorî vê, parlamen û hikûmet gavên cidî biavêjin.
ERKAN GULBAHÇE
Ridvan Altun got, bi cinayeta Olof Palme Kurd li Ewrûpayê hatine terorîzekirin û got, "Komîsyona me ya hiqûqê peywendî daniye bi 16 Kurdên wî çaxî mexdûr bûn. Em li rêya hiqûqî digerin da ku em miracaeteke ferdî yan jî komî bikin."
Serokwezîrê Swêdê Olof Palme beriya bi 35 salan li Stockholmê hat qetilkirin. Tevî ku meseleya kuştinê nehat safîkirin, dosya jî Hezîrana 2020´an hat girtin. Ev cinayet bi salan xistin stûyê PKK´ê, ji bo krîmînalîzekirina Kurdan û qedexekirina PKK´ê kirin ji hêmanên sereke; lê niha mexdûrkirina Kurdan nabînin û dixwazin bi yek daxuyaniyê ser meseleyê bigirin.
Kurdên ku bi hinceta suîqestê hatin mexdûrkirin bi xwe bi biryar ku têkoşîna xwe ya hiqûqî dewam bikin.
Berdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêdê Ridvan Altun dibêje daxuyanî kêm e û wiha dewam dike: "Divê lêbihurînê ji Kurdan bixwazin, mexdûriyeta qewimî, qerebo bikin. Kurd kirin qurbanê komployeke navneteweyî ya ku bi kuştina Olof Palme dest pê kir. Divê Swêd ji bo qerebokirina mexdûrkirina Kurdan a 35 sal in, hewl bide."
Li rêyeke hiqûqî digerin
Ridvan Altun got, wan Komîsyoneke hiqûqê bi beşdariya parêzerên Kurd û Swêdî ava kiriye. Wî got, ji 30 mexdûrên yekser ê hingê, hineke ne sax in, hinek êdî ne li Swêdê ne, lê wan peywendî daniye bi 16 mexdûrên hîna li Swêdê re.
Ridvan Altun dibêje, "Kurd şopandin, mafê wan ê îqametê desteserkirin. Bi giştî Kurd hemû krîmînalîze kirin. Lê belê ev mexdûriyet heta îro nehatine ber dadgehekê. Ji ber ku hingê li ser Kurdên mexdûr ti biryara dadgehê nîne, mafê wan ê miracaeta dadgehê ya ferdî jî ji dest wan çûye. Niha weke Komîsyona Hiqûqê, em li rêya hiqûqî digerin da ku em miracaeteke ferdî yan jî komî bikin. Em biryarên kirina nezaretê û belgeyên ketin dosyayên dadgehê em berhev dikin. Piştî bi dawîbûna van xebatan wê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin."
Doza NCDK´ê dewam dike
Li dijî siyasetên dewleta Swêdê li dijî NCDK´yê beriya bi 3 salan pêvajoya hiqûqî hatibû destpêkirin. Ridvan Altun ji bo vê jî got, "Pêvajoya dadgehê dewam dike. Piştî ku par doza kuştina Palme bi encam bû, em li bendê ne encameke erênî ji doza me derkeve."
Ridvan Altun bi bîr xist ku sedema sereke ya ku ji ber wê PKK li Swêdê û li Yekîtiya Ewrûpayê (YE) xistin lîsteya rêxistinên terorîst, kuştina Olof Palme bû û wiha peyivî: "Xistina PKK’ê ya nav lîsteyên rêxistinên terorîst li Swêdê dest pê kir. Dewleta Swêdê divê ji bo ku PKK hem ji lîsteya Swêdê û hem jî ji ya YE´yê derkeve, divê bêhtir hewl bide."
Wan ev daxwaza xwe di hevdîtina xwe ya bi wezareta karê derve ya Swêdê re jî yekser gotiye. Li gorî Altun, nihêrîna li Kurdan a li Swêdê jî piştî safîbûna suîqesta Palme, guheriye: "Yên ku berê Kurd muxateb nedigirtin, dest pê kirin bi me re rûdinin û dibêjin, cihgirtina PKK´ê di lîsteya terorê de bêmane ye. Di hevdîtinên bi hikûmetê û parlamenê re me sînyalên erênî ji vê daxwaza xwe re dîtin. Em li benda gavên wêrek in.
Nexasim parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Çep bi awayekî çalak dixebitin da ku qedexekirina PKK´ê bê betalkirin. Çileyê 2022´yan em ê hin çalakiyan bikin."















