• Cemîl Bayik bang li PDK’ê kir û jê re got: Em dixwazin li dijî dijminên Kurdan tevî PDKʼê tevbigerin. Em statuya Başûr û pêşmergeyan qebûl dikin, lê bila PDK jî soz bide sîxuriyê ji Tirkiyê re neke.
     

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku doh ji bernameya taybet Stêrk TV re peyivî, bûyerên di rojevê de şirove kirin. Nexasim jî bi awayekî balkêş li ser pozîsyona xwe û ya PDKʼê hin xal eşkere destnîşan kirin.

Bayik di axaftina xwe de bi xetên stûr destnîşan kir ku ne li dijî PDK’ê û statûya Başûr in, li dijî dijminên Kurdan dixwazin bi PDK’ê re tevbigerin.

Bayik careke din anî ziman ku ji bo gelê Kurd firsendeke dîrokî heye, divê vê firsendê ji dest nedin û weha bang li PDK’ê kir: “Ez li ser navê tevgerê, soz didim gelê Kurd û gelên cîhanê hemûyî, em ne li dijî statûya Başûr hikûmeta Başûr û pêşmergeyên wê jî qebûl dikin. Ti pirsgirêka me bi wan re tine.

Bila kes nebêje tênekoşin

Bayik piştî ku helwesta xwe li hemberî Başûr, statuya Başûr û hêza wê ya parastinê careke din diyar kir û soza wê dubare kir, ji PDK’ê jî xwest soz bide ku sîxûriyê ji Tirkiyeyê re neke. Ji siyaseta qirkirinê re xizmetê neke û divê soza vê yekê bide. Bayik got: “Eger soza vê bide, wê demê wê çareseriya pirsgirêkên heyî hê rehetir pêk bê. Daxwaza me ya ji gelê me jî ew e ku di vê mijarê de li ser vê yekê bisekine.

Di vê mijarê de dixwazim tiştekî din jî bêjim; Ti kes nikare li pêşiya vê tevgerê û têkoşînê rawest e. Divê ti kes ji me re nebêje, dev ji têkoşînê berdin û li ber xwe nedin. Ev tevger li dijî teslîmiyet û xiyanetê ye, û li ser vî esasî derketiye holê; heta dawî jî wê ji bo vê têbikoşe. Tevgera me heta azadiya gelê Kurd pêk neyîne, wê rojekê tenê jî dev ji têkoşînê bernede.”

NAVENDA NÛÇEYAN