• Şêwirmendê Berê yê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd got, divê Parlamena Herêma Kurdistanê ji hikûmeta herêmê hesab bipirse.

ZEYNEP DÛRGÛT
MA/NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Berê yê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd, diyar kir ku divê Parlamena Herêma Kurdistanê ji hikûmeta herêmê hesab bipirse û wiha got: “Gelê Kurd ji bo ku bibe xwedî hikûmet berdêleke mezin da. Erka parlamen ew e ku li rex gel raweste û bi tenê nehêle.”
Li Herêma Federal a Kurdistanê, 3 sal in qeyrana aborî heye. Ev jî  bandoreke neyînî li jiyan û rewşa gel dike. Ji ber qeyrana aborî gelek pirsgirêkên cuda li herêmê rû didin û heya niha jî tu hewledanek hikûmetê ya çareserkirina vê rewşê xuya nake. Her wiha nedayîn û derengketina mûçeyê karmandan jî li her qadên civakî bûye sedema pirsgirêkan. Îsal bixwe jî hikumeta herêmê ji sedî 21 mûçeyê karmendan kêm kiriye û heta niha tenê mûçeyên meha adarê daye. 
Ji ber nedayina mûçeyan û qrîza aborî, gelê herêmê rojên zor û zehmet derbas dike. Gelê herêmê têkçûyina aborî bi siyaseta PDK û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re gire dide. Derbarê qrîza aborî û geşadanên siyasî de Şêwirmendê Berê yê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û siyasetmenderê kurd Salar Mehmûd axivî û got, sedemê krîza aborî nerêvebirina hikûmeta herêmê ye û divê parlamen bikaribe hesab ji hikûmetê bipirse. 
Peymana Herêma Kurdistanê ya neftê ya li gel Tirkiyeyê xesar daye gelê Kurdistanê. Divê yan ev peymanan di berçavan re bê derbaskirin an jî bê betalkirin.
Pêwîstî bi reforman heye û divê zelalî di xerckirinê de çêbibe û parlamen hikûmetê bixe ber lêpirsînê ka çima nikare sozên ku daye bi cîh bîne.
Hêvîdarim ku gelê kurd yekitiya xwe ava bike. Tenê bi yekîtiyê wê planên dijmin têk biçin. Gelê kurd gelekî aştîxwaz û mirovdost e. Ji ber vê gelê kurd hêjayî jiyaneke baştir e.”