- Rêber Apo pêncşemê bi birayê xwe re ji bo demeke kurt axivî û diyar kir ku axaftineke bi vî rengî gelekî şaş û xeter e. Ocalan gotiye; "Eger hevdîtinê bibe divê huqûqî be, û ev bi parêzeran re bibe."
Rêber Apo 22 sal in bi awayekî şidandî û dijwar li girava Îmraliyê tecrîd kiriye. Di van demên dawî de li ser rewşa wî ya tenduristiyê di medya civakî de hinek agahî hatin belavkirin û li ser vê xelkê Kurd nerazîbûna xwe ya ji tecrîdê mezintir kir û xwestin agahiyê ji Rêber Apo bigirin. Li ser nerazîbûna mezin, rayedarên dewletê bang li birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan kirine. Bi vî awayî, piştî salekê ji nû ve Mehmet Ocalan 25'ê Adarê roja Pêncşemê karîbû bi Rêber Apo re biaxive. Herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'î de bi axaftina bi telefonê agahî ji Rêber Abdullah Ocalan hatibû wergirtin.
Tenê 5 deqeyan
Axaftina bi telefonê ya roja Pêncşemê li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê pêk hat. Lê belê axaftinê tenê çend deqeyan dewam kir. Axaftina bi telefonê ya bi Rêber Apo re hate birîn. Axaftina Hamîlî Yildirim a bi malbata xwe re jî bi heman rengî hate birîn. Girtiyên din Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji bo şermezarkirina tecrîdê axaftina bi telefonê re red kirin.
Mehmet Ocalan têkildarî vê axaftina nêzî 5 deqeyan a bi Rêber Abdullah Ocalan re ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û da zanîn ku kesekî xwe weke Midûrê Girtîgeha Îmraliyê daye naskirin 24'ê Adarê saet li 18:00ʼan lê geriyaye û jê re gotiye, divê 25'ê Adarê saet li 13:45'an li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bim ji bo bi telefonê bi kekê xwe re biaxivim." Mehmet Ocalan diyar kir ku serê sibehê ew li Edliyeya Rihayê bû û haya rayedarên li wir ji axaftina bi telefonê hebû û piştî 10 deqeyan ew xistin odeyeke li qatê jêrê ku bi tenê lê bû. Mehmet Ocalan anî ziman ku jê re hatiye gotin, li odeyê xebatkarek heye û ew ê li vê odeyê bi kekê xwe re biaxive.
Dewlet şaşiyê dike
Mehmet Ocalan diyar kir ku dema telefonê lê daye, wî bersiv daye û Rêber Abdullah Ocalan yekser jê re gotiye, "Tu çawa hat vê derê? Kê te anî? Çawa çêbû? Tu ji ku digere?" Mehmet Ocalan wekî din got; Kekê min ji bo vê rewşê got, 'Hem tu hem jî dewlet şaş dikin. Sedema wê jî ev e; salek e ku bi ti awayî hevdîtin nîne. Cihê vê yekê ne di nava hiqûqa dewletê de ne jî di nava hiqûqeke cuda de nîne. Hatina te şaş e, û gelekî metirsîdar e. Dewlet jî gelekî xetere ye. Ev tiştekî rast nîne. Eger hevdîtinek pêk were divê di çarçoveya hiqûqî de be. Nabe ku piştî salekê li gorî dilê xwe bi telefonê hevdîtinê bidin kirin'. Serok dubare dubare got, 'Ev tişta hûn dikin gelekî şaş e. Dewlet jî bi rengekî şaş tevdigere, hûn jî. Ev hiqûqî nîne, rast jî nîne. Ev ti carî nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de metirsîdar e. Gelo haya we jê heye ku hûn çi dikin? Ez dixwazim ku parêzerên min bên vê derê û hevdîtinê bi min re bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk wê dema bê çawa be? Ev pirsgirêk tenê bi hiqûqê dikare çareser bibe. Çima nayên vir? Eger hevdîtinek wê bibe divê bi parêzeran re bibe. Ji ber ku ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye."
Ev hevdîtin nîne
Mehmet Ocalan diyar kir ku wî ji Rêber Abdullah Ocalan re ragihandiye, yek ji sedemên hatina wî ya hevdîtinê jî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê ye û wiha dewam kir, "Serok got, 'Ez naxwazim kes ji bo min li greva birçîbûnê û li zindanan bimire. Min ev berê jî gotibû, niha jî dibêjim. Pêwîstî bi vê nîne. Ev tiştekî gelekî giran e. Divê hûn vê bibînin'. Nêzî 4-5 deqeyan em axivîn. Dengekî zirav bû. Bawerim dengê Serok bû. Serok ji min re got, 'Ev hevdîtin gelekî şaş e. Ev hevdîtin jî nîne' û piştre telefon hate birîn." Mehmet Ocalan diyar kir ku piştî telefon qut bûye wî rewş ji rayedarê li wir ragihandiye û wan jî jê xwestine ku li bendê bimîne. Mehmet Ocalan got, "Piştre careke din telefonê lê xist. Yê geriya kesekî cuda bû. Ji min re got, divê bimînim û ji wir neçim. Piştî ku 10-15 deqeyan sekinîm, min got, telefon êdî nayê. Min ji rayedarên li wir re got. Piştre ji min re gotin, 'hevdîtin qediya ye'."
NAVENDA NÛÇEYAN