Divê Ocalan tavilê serbest bê berdan

În 17 Sibat 2023 - 01:13

Paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan roj bi roj li tevahiya cîhanê berbelav dibe.

Koordînatorê Navenda Edaleta Civakî ya Mathare ya Naîrobiyê Gacheke Gachihi diyar kir ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan îlham da têkoşîna ku ew li herêma xwe dimeşînin. Ji Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînan Coni Ledesma jî destnîşan kir ku bi girankirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, hewl didin îradeya wî bişikînin.

Coni Ledesma diyar kir ku gelê Kurd ji bo xwebirêvebirin û bidestxistina mafên xwe têdikoşe û diyar kir ku di vê têkoşînê de rola Rêber Abdullah Ocalan diyarker e û got; "Ev tevgereke xwedî armancên zelal e û baş lê hatiye fikirîn. Abdullah Ocalan ev tevger pênase kir û ji bo têkoşînê îlham da gelê xwe.”

Coni Ledesma diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan mirovekî gelekî xurt e û got; "Li pişt tiştên jê bawer dike, sekinî û ji bo wê tê koşiya. Dijmin bi dehan salan hewl da vîna wî bişikîne, lê bi ser neket. Hişê wî zelal û xurt e. Di zîndanê de nivîsandina pirtûkan didomîne û fikir û ramanên xwe bi raya giştî û cîhanê re parve dike.”

 

Divê kampanya berfireh bibe

"Kî bi rastî jî bi rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan dizane?" Ledesma ev pirs kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk naxwaze bersiva wê bide.

Coni Ledesma di dawiyê de got;"Divê kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan berdewam bike û berbelav bibe. Abdullah Ocalan demeke dirêj e di girtîgehê de ye, divê tavilê fizîkî azad bibe.”

Aktîvîstê mafên mirovan û koordînatorê Navenda Edaleta Civakî ya Mathare ya Naîrobiyê Gacheke Gachihi jî diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û got ew ji paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan îlhamê werdigirin.

Gachini îşaret bi wê yekê ku fikra Rêber Abdullah Ocalan a konfederalîzma demokratîk parçeyekî têkoşîna 'pan-afrîkanîzmê' ye û got: "Rêberê mezin ê gelê Kurd Abdullah Ocalan îlhamê dide têkoşîna me ya li Afrîkayê."

 

Ji ramanên wî ditirsin

Gachihî diyar kir ku bi tecrîda girankirî hewl didin fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji holê rakin û got;"Tecrîda dewleta faşîst a Tirk ji ber tirsa emperyalîzmê ye û hêzên ku ji fikrên mezin ên heval Apo ditirsin ku li cîhanê ji bo gelê Kurd bibe sembola berxwedan û têkoşîna li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê. Ev ji bo heval Apo tirsnak û dermirovî ye. Hewl didin ruhê berxwedanê yê heval Apo bişikînin û berxwedana gelê Kurd qels bikin.”

 

Divê tavilê fizîkî azad bibe

Gacheke Gachihi di dawiyê de bal bire ser kampanyayên wan ên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û got;“Bi bikaranîna amûrên hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî re, meseleyên têkildarî heval Apo di rojeva rayagiştî bê girtin, taktîkeke mezin e. Em kampanyayên wêneyên grafîtiyê û yên stranên hunerî organîze dikin da ku ji bo Ocalan hestyariyê çêkin. Em li ser daxwaza azadiya Abdullah Ocalan maçan û kampanyayên perwerdeya siyasî li dar dixin. Divê tavilê fizîkî azad bibe.”

ANHA/CÎHAN BÎLGÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.