Divê Ocalan li derve birêve bibe
Şemî 24 Gulan 2025 - 03:20
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO, PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara bidawîkirina xebatên xwe da. Biryarên PKK’ê hem di qada neteweyî hem jî ya navneteweyî de deng veda. Bi taybet jî Ewrûpa, gelek welatan peyamên piştgiriyê weşandin. Yek ji hiqûqnasên navdar ê Îtalyayê Ezio Menzione têkildarî mijarê axivî. Menzione, biryarên kongreya PKK’ê erênî nirxand û got ku divê her du alî jî aştiyê bixwazin. Menzione, diyar kir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO re normên hiqûqa gerdûnî tên binpêkirin û got:“Ne dikare bi parêzerên xwe re ne jî bi xizmên xwe re birêkûpêk hevdîtinan bike. Li welatên mîna DYE’yê ku tecrîdê ferz dike jî wiha nîne. Heta DYE jî di mercên herî giran ên tecrîdê de dihêle girtî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Tişta li vir em behsa wê dikin, li derveyî standarta hiqûqî ye. Di mehên dawî de carekê bi biraziyê xwe û şandeyê re hevdîtin kir. Lê di rewşa heyî de û piştî biryarên kongreyê divê tevahiya rewşa Ocalan were çareserkirin. Kesekê 26 salan di tecrîdê de maye û êdî dema berdana wî hatiye.”
Menzione, banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya di 1’ê Cotmeha 2024’an de ku digot “Bila Ocalan were li Meclisê biaxive” bi bîr xist û got:“Ev bang tê wê wateyê ku ew hevdîtinên xwe li derveyî girtîgehê birêve bibe. Nabe ku di girtîgehê de be û bi derve pêwendiyan deyne. Êdî piştî 26 salan divê hemû mafên hemwelatîbûnê bên îadekirin. Divê Ocalan bikare guherîna dixwaze bide destpêkrin li derve birêve bibe.”
TMK divê bê guhertin
Menzione da zanîn ku Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) hem ji hêla naverokê hem jî di pratîkê de kêfî ye û got:“Her wiha biryarên DMME’yê jî nayên cîbicîkirin. Li Îtalya û Elmanyayê jî qanûnên mîna wan hene. Qanûnên wiha tu caran zelal nînin. Ji ber ku hikûmet ne tenê li dijî terorê, xwedî wê hêz û daxwazê ye ku li dijî muxalîfan jî bi kar bîne. Divê çarçoveyeke van qanûnan hebe û her kes jê fêm bike. Belkî jî piştî hevdîtinên siyasî ji holê bê rakirin.” Menzione, daxuyand ku piştî têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî kirî êdî pênaseya “terorê” ya li Tirkiyeyê divê biguhere û got:“Heke PKK rêxistineke çekdarî nebe, wê demê kesên bi îdiaya têkiliya wan a bi PKK’ê re hatine girtin di girtîgehê de çi dikin? Parêzer, hevşaredar, rojnameger. Divê girtî tavilê bên berdan. Ez bi xwe ne bawerim hikûmeta Tirk gavên pêwîst biavêje. Divê niyeta xwe ya ji bo aştiyê nîşan bide.”
MA/HÎVDA ÇELEBÎ