• Înternasyonalîsta Fransî Daphne dibêje, ji bo Kurdan nas bike û têkiliyên bi civaka Kurd re karibe deyne, wê beriya her tiştî xwe hînî Kurdî kiriye û bi piştgiriya înternasyonalîst ew dikarin êrişên li dijî Kurdan bişikînin. 

PÎROZ GULTEKÎN / DUISBURG

Her sal bi awayekî ji rêûresmê meşa dirêj a ciwanên Kurd û înternasyonalîst tê lidarxistin. Meş îsal bi şîara “Dest Bi Dest-Mil Bi Mil; Werin Cenga Azadiyê” bi rê ve diçe.

Meş wê heta Aachenê dewam bike. Bi sedan ciwan ji Elmanya, Fransa, Awusturya, Swêd, Holanda, Ingilîstan û Swîsreyê beşdar dibin. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger-TCŞ û Jinên Têkoşer-TêkoJINê pêk tê û ciwanên antîfaşîst û înternasyonalîst jî bi wan re ne.

Şemiyê saet 11´an ciwanan dest bi meşa xwe kir û pankart û dovîzên li ser wan nivîsandî, “Cenga Azadîye Geş Bike, “Avaşîn, Zap, Metîna Bijî Gerîla”, “Freedom for Ocalan” hilgirtin. Ciwanan t-shirtên li ser wan nivîsandî “Freedom for Ocalan” û “Werin Cenga Azadiyê” li xwe kir.

Di roja 4´an de ciwan doh ji Duisburgê heta Tyssenkrupp-Marxlohê meşiyan. Ciwan îro ji ber gara trênan a Neussê meşa xwe dewam bikin. Meş 16´ê Îlonê li Aachenê bi dawî dibe. Ciwanan xwest Rêber Abdullah Ocalan fizîkî jî azad bibe. 

Gelek tiştên em ji PKK´ê fêr bibin hene

Ji ciwanên înternasyonalîst Gerego Lantue di Organîzasyona Rojava de ye. Ew ji 2019´an ve Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike: “Yek rêya çareseriyê heye, ew jî ya ez dibînim, PKK ye. Ji ber wê ez di vê meşê de cihê xwe digirim. Ez dixwazim tavilê tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe û fizîkî ew azad bibe, ji bo vê jî bi ya min divê em dengê xwe bilind bikin. Ez difikirim ku tevgerên çepgir û înternasyonalîst dikarin fêrî gelek tiştan bibin ji PKK´ê.”

Em ê her li refên pêş bin

Gerego Lantue ji bo ku Ocalan ji nêz ve nas bike, gelek kitêbên wî xwendine û ji bo helwêsta li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya NATO´yê jî dibêje, “Weke milet, em li ber vî şerî ranebin, em ê bibin şirîkê tevahiya sûcên şer ên dewleta Tirk.”

Ji bo PKK´ê kluba kitêban 

Ji Rêxistina Femînsîtên Ciwan, Luise Fischer a 22 salî bi berxwedana Kobanê re Kurdan nas dike. Ji bo ku fikr û xebata tevgerê baştir nas bikin jî wê û hevalên wê klubeke kitêban vekirine: “Me 15 hevalan klûba kitêban damezrand. Armanca me ya sereke ew bû ku li dijî vê sîstemê em alternatîfa PKK´ê ji xelkê li dora xwe re rave bikin. Niha komeke mezin heye li Berlînê ku me jê re behsa PKK´ê û tevgera Kurd kiriye. Tevgera Azadiya Kurd û paradîgmaya Ocalan avakirî îro rêya tevahiya înternasyonalîstan ronî dike.

Qedexekirin û krîmînalîzekirina wê nabe ku bê qebûlkirin. Em ê xwedî li vê paradîgmayê derkevin û zextên li dijî Kurdan bişikînin.

Hêvî dikim ku ev meş jî xizmeta vê yekê bike.”

Jin hêza motor a meşê ne jî

Ji rêxistina Jinên Ciwan ên Înternasyonalîst a Berlînê, xwendekara bijîşkiyê Lilith a 20 salî jî dibêje, pirraniya beşdarên meşê jin in û vê tesîreke xweş lê kiriye: “Azadiya Ocalan wê di têkoşîna miletên dinyayê de bibe xwedî cihekî nû. Ji ber wê ez bawer dikim ku divê em enerjiya xwe bi temamî ji bo azadkirina Ocalan xerc bikin.” 

Ji Kolektîfa Jinên ciwan ên Femînîst, xwendekara civaknasiyê Emilia Mertens a 23 salî dibêje, “Ev ne tenê meşek e, jê û wêde ye. Ev ji bo mezinkirina têkoşînê firsendeke mezin e. Li dijî êrişan me heyet çêkirin û şandin Başûrê Kurdistanê. Me li wir gelek aliyên tevgerê û aliyên xiuya nakin ên şerê li Başûr dîtin. Sedema sereke ya rewşa şer a heyî krîzmînalîzekirina PKK´ê û tecrîdkirina Ocalan e.” 

Pêşî hînî Kurdî bû

Aktîvîsta Antîfaşîst a Fransayê Daphne jî 31 salî ye û antropolog e. Piştî êrişên li dijî Rojava, Kurd nas kirine. Ji bo ku karibe têkiliyê bi Kurdan re deyne pêşî xwe hînî Kurdî dike. Ji bo meşê jî ew dibêje, “Armanca me ya sereke rakirina tecrîda li dijî Ocalan û misogerkirina statuya Kurdistanê ye. Bi piştgiriya înternasyonalîst divê em êrişan bişikînin û têkoşînê xurt bikin.”