Divê Ocalan êdî azad bibe

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 02:15

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bang li gel kir ku tevlî Mîtînga Azadiyê bibe, ku mîtîng 13’ê Cotmehê li Stesyona Amedê wê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were kirin û li mîtîngê ji bo çareseriya pirsa Kurd azadiya fizîkî ya Ocalan were xwestin. Çîftyurek diyar kir tecrîda fizîkî, siyasî li ser Ocalan tê danîn û got,’’Divê Ocalan êdî azad bibe.’’

Tê payin ku 13’ê Cotmehê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesî Mîtîna Azadiyê li Amedê were lidarxistin û xwestina azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan ji hemû cîhanê re were ragihandin.

Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku xasma jî 43 mehên dawî hatiye asta xeberjêwernegirtina mitleq li nav gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk bûye sedema nerazîbûnê. Gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk a cîhanê dixwaze ku êdî demildest dawî li êşkenceya tecrîdê ya li ser Ocalan were û Ocalan bibe xwedî şert û mercên azadiya fizîkî. Bi vê armancê 13’ê Cotmehê li Amedê Mîtînga Azadiyê wê were lidarxistin.

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ku derheqê Mîtînga Azadiyê axivî, got,"13'ê Cotmehê em bi xurtî tevlî mîtîngê bibin û ji tecrîda li ser Ocalan re bibêjin na."

Tecrîd ne tenê fizîkî ye

Çîftyurek ragihand ku li ser Rêber Abdullah Ocalan ne tenê tecrîda fîzîkî her wiha tecrîda fikrî û siyasî jî heye û got, "Ji ber ku nikare parêzer û malbata xwe bibîne, nikare nêrînên xwe bi raya giştî re jî parve bike. Ev tecrîda fîzîkî û fikrî li dijî qanûn, exlaq û siyasetê ye. Divê dawî li vê yekê bê anîn.’’

Ji bo çareseriyê Ocalan berdin

Çîftyurek wiha domand:’’ Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û karibe nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Divê Ocalan êdî azad be. Eger hikumet dixwaze çareseriya demokratîk û aştiyê pêk bîne, divê Ocalan ji aiyê fîzîkî ve azad bibe. Ji bo bicihanîna daxwazên demokrasî, azadî û neteweyî yên gelê Kurd û rakirina tecrîda fîzîkî û fikrî ya li ser Ocalan em bang li her kesî dikin ku bi bi xurtî tevlî mîtînga 13'ê Cotmehê bibin."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.