Divê Ocalan azad bibe
Şemî 29 Adar 2025 - 03:10
Endama OHD'ê Eylem Arzu Kayaoglû têkilarî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: "Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê mîsogerkirin."
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi Şandeya Îmraliyê di 27’ê Sibatê de hat ragihandin, di raya giştî de tê gengeşekirin. Bang li hemû cîhanê tê nîqaşkirin û bi vê re PKK'ê di daxuyaniya xwe ya 1'ê Adarê de ragihand ku agirbest îlan kiriye û ji Abdullah Ocalan xwestibû ku şert û mercên "civîna kongreyê" ava bike. Lê dewleta ku çavê hemûyan lê ye, tevî ku mehek di ser bangawaziyê re derbas bûye jî tu gav neavêtine.
Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Eylem Arzû Kayaoglûyê der barê bangewaziyê û pêvajoya piştî wê de nirxandin kir.
Eylem Arzu Kayaoglû bal kişand ser girtiyên nexweş û diyar kir ku ji bo berdana wan hem li dadgehên herêmî hem jî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdan kirine. Eylem Arzû Kayaoglûyê diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bên berdan divê biryarên Saziya Tipa Edlî (ATK) bên rakirin û got ku banga Abdullah Ocalan gelekî bi qîmet e û divê dewlet li gel bangawaziyê der barê girtîgehan de hin sererastkirinan bike.
Eylem Arzû Kayaoglû bal kişand ser biryara DMME'yê ya der barê "mafê hêviyê" de jî û got ku divê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan bê sepandin û ji bo vê deng bê bilindkirin. Eylem Arzû Kayaoglû got:"Ji bo pêvajo rast bimeşe pêşî divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê."
MA / YEŞÎM TUKEL/STENBOL