Divê Ocalan azad bibe

Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 02:55

  • Senator Pascal Savoldelî ku yek ji wan kesan e ji bo Rêber Abdullah Ocalan bibîne serî li Wezareta Dadê ya Tirk daye, got heta niha dewleta Tirk ji bo vê serlêdana wî bersiv nedaye û got,’’Ez ji helwesta dewleta Tirk a li hemberî Abdullah Ocalan bi hêrs im. 

Senator Pascal Savoldellî yek ji wan kesan e ku ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû. Senator Pascal Savoldellî ev serlêdana xwe ya ji bo hevdîtina Rêber Ocalan weke ‘’daxwazeke însanî’’ pênase kir û got: ‘’Beriya her tiştî daxwaza min a hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazeke însanî ye. Ev 25 sal in Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye û zêdetirî 3 sal in agahî jê nayê girtin. Rewşa tenduristiya wî çawa ye? Agahiya me jê tineye. Destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û di girtîgehê de dimîne. Ji ber vê yekê daxwaza min a hevdîtinê beriya her tiştî însiyatîfeke însanî ye.’’

Nabe Ocalan li girtîgehê bimîne

Bi domdarî Savoldellî anî zimên ku Ocalan ne girtiyekî ‘jirêzê ye’’, di muzakereyan de ji bo agirbest û bidawîkirina pevçûnan bi roleke sereke rabûye û got,’’Ji ber ku ew navbeynkar e, ne rast e ku ew di girtîgehê de bimîne. Bi gotineke din ew tundiye hilnabijêre. Dixwaze pirsgirêkên tundî û nakokiyan bi rêyên siyasî û dîplomatîk bên çareserkirin.

Ez ji hevdîtinê re amade me

Ez ji helwesta dewleta Tirk a li hemberî Abdullah Ocalan bi hêrs im. Ji ber vê yekê ez dixwazim malbat, heval, parêzer û weke nûnerê hilbijartî em bên agahdarkirin. Divê em rewşa wî ya tenduristiyê, şert û mercên ku ew tê de tê girtin û bi kîjan astengiyan re rû bi rû ye, em zanibin. Em tiştekî nizanin, nepenîtiyek tam heye. Ez ji hevdîtinê re amade me.’’

Li gorî peymanan tevnagere

Derheqê tecrîda li ser Ocalan ku ev 25 sal in didome û rewşa agahîwernegirtinê ya ku ev 3 sal in didome Savoldellî got,’’Wexta ku mirov bendên Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî, Siyasî û Rêgezên Kêmtirîn Standard ên Neteweyên Yekbûyî (Qaîdeyên Nelson Mandela) yên ku di qada navneteweyî de hatine qebûlkirin di ber çavan de derbas dike, Tirkiye xeta kiriye û divê were şermezarkirin.

Tirkiye li gorî her du peymanên navneteweyî tevnagire. Ji bo sererastkirina vê rewşê, der barê rewşa tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan, şert û mercên girtîgehê û mafên mirovan de agahî bê dayîn; bi gotineke din, divê were ziyaret kirin. ‘’

Divê çalakî di asta Ewropayê de bin

Têkilî bêdengiya CPT’yê û Konseya Ewropayê ya li bara tecrîda li ser Ocalan jî Savoldellî got,’’Ji ber vê yekê ez yek ji wan kesên ku çalakî pêkanîn im. Divê em di asta Ewropayê de çalakiyan li dar bixin. Min ji gelek parlamenter û senatoran re nivîsî û daxwaz ji wan kir ku heman nêzîkatiyê nîşan bidin. Bi taybetî divê em di çarçoveya teahudên Konseya Ewropayê yên li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiyê qebûl kirine bersivekê bigirin. Wexta ku teahud hat dayîn, divê ev teahud bi cih were. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû dewletan derbasdar e. ‘’

Savoldellî diyar kir heta niha ji Wezareta Dadê ya Tirk ji bo serlêdana hevdîtina li gel Ocalan ti bersiv nehatiye û got,’’Li benda bersivekê me. Nedayîna bersivê pirsgirêkek e. Bersiva wê çi dibe bila bibe, divê ez vê bersivê bigirim. Nedayîna bersivê dê bibe beşek ji feraseta domdar. Ev tê wateya nebûna diyalogê.’’

Helwesta Ocalan ne terorîzm e

Senatorê Fransî bal bire ser aliyê aştîxwaz ê Rêber Ocalan û got,’’Li vir girtiyek siyasî heye ku rola navbeynkariyê dilîze. Heta dest bi hevdîtinên aştiyê jî kir. Ez fêm nakim ku kesê ku dixwaze hevdîtinên aştiyê pêk bîne û banga agirbestê û rawestandina şer bike çawa wekî terorîst dikare were binavkirin. Ev ne ‘terorîzm’ e. Ez jê re bibêjim aştîxwazî. Bi qas ji bo gel Tirk divê ji bo gelê Kurd jî siyasî be. Ev ji bo hemû pirsgirêkên cîhanê derbasdar e. Wek min berê jî got, Tirkiye welatek e ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye. Dibêje ew ê şert û mercên vê peymanê bi cih bînim, lê rewşek wisa ye ku ev demeke dirêj e ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Îmraliyê tu agahî jê nayê girtin.’’

Li ser Kurdan terora dewletî heye

Savolellî nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan weke ‘terora dewletî’ pênase kir û got,’’Di her rewşê de dema ku hûn muxalefetê davêjin zindanê hûn nikarin behsa demokrasiyê li wî welatî bikin. Ev nakokî ye. Bi baweriya min Serokomar Erdogan û piraniya wan, bi înkarkirina daxwazên Kurdan, biryar dane ku muxalefetê ji holê rakin. Di bin van şertan de mirov nikare bijî. Ev cureyekî terorê ye. Dema ku hûn biryar bidin ku mafên gelên din tineye, ew celebek terorîzmê ye. Ji ber vê yekê terora dewletê heye. Mebesta min ew e ku nêzîkatiya li ser gelê Kurd ji terora dewletê pê ve ne tiştekî din e. ‘’

Divê Ocalan azad bibe

Senator Pascal Savoldellî herî dawî xwest ku Ocalan azad bibe û got,’’Ew kesê ku behsa aştiyê dike û di bidawîkirina agirbest û pevçûnan de rola navbeynkariyê dilîze. Ji ber vê yekê ez difikirim ku divê ew azad bibe. Divê ji nû ve azad tevigere. Dewleta Tirk ji çi ditirse?’’

ANF/SERKAN DEMÎREL/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.