Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar a Amedê bi munasebeta Cejna Remezanê çû serdana Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê. Di serdanê de siyasetvanan bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got, divê Ocalan azad bibe.
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Amedê, Abbas Şahîn got, li pêşiya wan 3 cejn hene: “Em, cejna ewilî niha pîroz dikin. Cejna duyemîn em ê di 14’ê Gulanê de pîroz bikin. Cejna din jî 15’ê Gulanê de Cejna Zimanê Kurdî ye. Em ê têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin.”
Parlamenter Sezaî Temellî jî got, “14’ê Gulanê wê bibe gaveke dîrokî. Em ê di 15’ê Gulanê de sozên xwe yên ji bo şehîdan, pêk bînin.”
Ji bo civakê wê qadeke nû vebibe
Ji namzetên Parlamenteriyê yên Tifaqa Ked û Azadiyê, Adalet Kaya jî got; “Li gorî min em ê di 14’ê Gulanê de bi hev re karekî pirr baş bi ser xin.”
Ji namzetan Sevîlay Çelenk jî got, di demekê de ku her kes bêdeng bûbû, rêxistinên civaka sivîl daxwaza xwe ya bo aştiyê domandin.
Rêbertî azad nebe çareserî çênabe
Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê HDP’ê Şahîn Yîgît jî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, “Heta ku Rêbertiya me tecrîdkirî be, ti pirsgirêk wê çareser nebe. Hêviya gelan hemûyan ew e ku Rêberiya me azad bibe.”
Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê, Emîne Akşahîn jî got, “Em dixwazin êdî di 14’ê Gulanê de welatekî ku aştî lê serwer e, radestî zarokên xwe bikin.”
Serokê Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) Samet Ucaman jî got;“Mijara tecrîdê, mijareke gelek girîng e. Bi salan e ku em tecrîdkirî ne. Divê refleksên me yên li hemberî vê xurt bin. Heke em birêxistinkirî bin, dikarin her tiştî bi ser bixin.”
NAVENDA NÛÇEYAN