Divê Ocalan azad be

Pêncşem 20 Hezîran 2024 - 02:15

SERKAN DEMÎREL / ANF / BRÛKSEL

Zêdeyî 25 sal in Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. 39 meh in bi ti rengî agahî jê nayê wergirtin. Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re, tê astengkirin. Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin. CPT jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê, bêdengiya xwe didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê tecrîdê. Li dijî vê bêhiqûqiyê jî 10’ê Cotmeha 2023’yan pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate destpêkirin. Hîn jî ji beşên civakî yên cuda, piştgirî ji vê pêngavê re tê. Yek ji Civaknasên Zanîngeha Otonom a Barcelonayê Prof. Loûîs Lemkow têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Tecrîd nayê qebûl kirin

Prof Lemkow anî ziman ku tecrîda Îmraliyê qet nayê qebûlkirin û got:“Ev tecrîd bi tevahî zexteke siyasî ye û meseleyeke ku nayê qebûlkirin. Lewma şert û mercên ku Ocalan di nav de ye, di rojeva me de ye jî.” Prof. Lemkow destnîşan kir ku hewl tê dayîn tecrîda Îmraliyê bê normalîzekirin û got ku pêkanînên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi temamî polîtîk in. Prof. Lemkow diyar kir ku ew dixwazin bi destê daraz pirsgirêkên siyasî çareser bikin û got:“Li Tirkiyeyê weke formel demokrasî, lê di rastiyê de rejîmeke zextkar heye. Krîza mafên mirovan a li dijî Abdullah Ocalan jî, encama vê yekê ye. Li Tirkiyeyê demokrasî tê tunekirin. Di mafên esas û azadiyên sivîl de, kêmbûnek heye. Ev li Spanyayê diqewime. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, sîstema darazê tê bikaranîn. Ev ji bo me çavkaniyeke mezin a fikarê ye. Girtiyên me yên siyasî yên alîgirên serbixwebûnê ku ji bo serbixwebûna welatê Katalan kampanya dimeşandin, hebûn. Ji ber ku hikûmeta Katalan rêxistin dikirin, hatin girtin. Ji bo serbixwebûna Katalan, referandûmeke ‘derqanûnî’ lidar xistin û 12-13 sal cezayê girtîgehê lê hatin birîn. Ev bi rastî jî rewşeke nayê qebûlkirin e. Yanî tişta ku ez dixwazim bêjim, tevgerên alîgirên serbixwebûnê her tim bi terorîzmê tên sûcdarkirin.”

Ocalan aktorekî girîng e

Prof Lemkow bilêv kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, kesekî girîng e û got: “Rolê Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd girîng e. Ew aktorekî girîng e. Ez difikirim ku ew pir baş nûneriyê ji daxwazên Kurdan re dike. Lewma divê Abdullah Ocalan azad bibe. Ew ji ber îdeolojî û daxwazên xwe hatiye mehkûmkirin. Ev jî nîşan dide ku ew girtiyekî siyasî ye. Lewma divê Ocalan azad bibe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.