Komxebata “Ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk, Rêya Diçe Aştiyê”’ ku di 13’ê Hezîranê de li Beyrûdê paytexta Libnanê dest pê kir, du rojan berdewam kir û bi encamnameyekê bi dawî bû. Encamname ji aliye ji aliyê profesorê zanîngeha Iraqê Seyf Ednan ve hate xwendin.

Neteweya Demokratîk çareserî ye

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedemên sereke yên ku bûne asteng li pêşiya veguhertina demokratîk nîjadperestî, ol, mezheb û doza jinê ne. Hat destnîşankirin ku ji bo derbaskirina vê rewşê perspektîfeke cuda pêwîst e û hat destnîşankirin ku projeya neteweya demokratîk a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bingeha çareseriyên siyasî, aborî û civakî ye.

Doza Ocalan a gel e

Di encamnameyê de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat xwestin û hate gotin: “Enerjî, av û gelek pirsgirêkên siyasî û çandî yên li Rojhilata Navîn bi konfederalîzma demokratîk dikarin bên çareserkirin. Ji bo ev were pêkanîn divê bi hev re stratejiyeke hevbeş were peyda kirin.”

Di encamnameya dawî ya komxebata 13-14'ê Hezîranê de, bal birin ser gelek mijaran, di serî de sedemên dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, rewşa wî û pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku doza Rêber Abdullah Ocalan, doza gel û siyasî ye, ji bo rakirina tecrîda ku zêdeyî 2 sal in dewam dike, divê zext û piştevaniya navneteweyî bê kirin.

ANF/BEYRÛD