Divê NY bikeve nava tevgerê

Çarşem 7 Tebax 2024 - 03:15

  • Ji rêveberên KNK’ê Adem Uzun diyar kir ku ew ê di qonaxa nû ya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji bo parlamentoyên herêmî û navneteweyî û NY’yê bixin tevgerê bikevin nava hewldanan. 

Çalakiya gerdûnî ya ji bo rakirina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku 41 meh in li Girtîgeha Girava Îmraliyê agahî jê nayê girtin, dewam dike. Herî dawî Orhan Pamuk û Şîrîn Ebadî jî di nav de 69 xelatgirên Nobelê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) dan û name ji bo wan şandin. Di nameyê de hat gotin:"Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji Îmraliyê û ji nû ve destpêkirina muzakereyên hatine rawestandin bê destpêkirin bang dikin.” Heman kesan yekser ji Tayyîp Erdogan re nameyek şandin û xwestin tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Ji rêveberên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun têkildarî pêvajoya kampanyayê û çalakiyên serdema pêşiya me axivî. 

Uzun bal bire ser girîngiya nameya ku ji saziyên navneteweyî re hatiye şandin û diyar kir ku ji Tirkiyeyê nivîskar Orhan Pamuk jî di nav wan îmzekaran de ye û got:“Yên ku îmze kirine kesên xwedî wijdan in, lêkolînan dikin, li ser pêşketina mirovahiyê difikirin, li aştiyê difikirin, li ser ku xwezayê bikin cihê jiyanê zêdetir difikirin."

Divê muxatab bê girtin

Uzun anî ziman ku ji ber CPT her tim berpirsyariya tecrîda li Îmraliyê dide sazî û welatên cuda, ji hemû rêxistinên têkildar re name hatiye şandin û wiha axivî: "Di nameyan de qanûnên van saziyan tê bibîrxistin. Ji wan tê xwestşb ku di demek zûtirîn de bikevin nava liv û tevgerê, di demek zûtirîn de berpirsyariyên xwe bi cih bînin, bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin, ne tenê hevdîtinê bikin divê ji bo ku ew bikaribe bi rola xwe rabe, divê were berdan. Ez texmîn dikim ku ew ê bersivê bidin nameyan. Çimkî kesên ku name şandine kesên li cîhanê xwedî bi bandor in.” Uzun da zanîn ku di nameya ji bo Erdogan hatiye nivîsandin de hatiye destnîşankirin ku divê Abdullah Ocalan muxatab bê girtin û pirsgirêka kurd bê çareserkirin û got:“Tê xwestin ku azad bibe da ku di muzakerayan de bi rola xwe rabe. Bikaribe aştiyê pêk bîne.” 

Ocalan weke hêviyê tê dîtin 

Uzun diyar kir ku piştî name hatin belavkirin di rojnameyên welatên wekî Almanya, Avusturya, Îtalya û Fransayê de ev mijar hatiye rojevê û wiha got:"Sedema bingehîn a girîngiya vê kampanyayê ku ji aliyê dostên kurdan, partî, sendîkayan ve tê destek kirin. Her wiha ev kesayet û sazî sedema bingehîn a meseleyê wek pirsgirêka mafên mirovan dibînin. Lê di heman demê de fikrên birêz Ocalan ên çareserkirina krîza modernîteyê dibînin. Rewşenbîr birêz Ocalan wek ‘heviyekê’ dibînin.” 

Mafê hêviyê wê bê nîqaş kirin

Uzun diyar kir ku kampanya pêngava azadiyê ketiye qonaxa sêyemîn û got:“Qonaxa yekemîn herî zêde di çarçoveya hin bêtir raya giştî agahdarkirin û avakirina toran de bû. Qonaxa duyemîn jî di çarçoveya pêşxistina têkiliyên bi saziyên fermî yên ku di vê mijarê de xwedî rol û berpirsyar bin. Ji niha û pê ve jî ji bo ku parlamentoyên herêmî û navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo ku erkên xwe bi cih bînin em ê wan bixin nava liv û tevgerê. Ji xwe civînên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê hatin lidarxistin. Li wir Komîseriya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî di rapora ku ji bo Tirkiyeyê nivîsî de, dixwaze tecrîd di demek zûtîrin de were rakirin. Bandora kampanyayan jî li ser vê yekê heye. Di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de jî nîqaşa 'mafê hêviyê' heye. 'Mafê hêviyê' yê birêz Ocalan wê di 17'ê îlonê de li Strasboûrgê bê nîqaşkirin. Beriya vê yekê jî wê hin parêzer û rewşenbîr bikevin nava hewldanan.” Uzun anî ziman ku kampanya tenê bi xebatên li Ewropayê bi ser nakeve û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û got:"Di pêvajoyên ku aloziyên wiha diqewimin û hevsengiyên ji nû ve tên pênasekirin de, pir girîng e ku kurd, demokrat û pêşverû werin cem hev û bi hev re tevbigerin."

MA/FIRAT CAN ARSLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.