Divê nivîskar çîrokan nedin jibîrkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Çile 2024 - 01:45

SORGUL ŞÊXO / NÛJÎNHA / AMÛDÊ

Navçeya Amûdê yek ji warê Mîtaniyan e, warê kurdperwerî û dergûşa çand û hunera kurmancî ye. Amûdê navçeyeke Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, li wê derê û gundewarên wê jin bi gelek karên hunerî, çandî, ahengdarî û xebatên cur be cur re mijûl dibin. Merdiya Elî Ibrahîm a 61 salî dayika 4 keçan e, li gundê Qere Tepe yê bi başûrî navçeyê dikeve, ligel keçên xwe yên xwendekarên zanîngehê dijî.

Merdiya ya ku çend çîrok ji dayik û bavê xwe girtine û ji zarokên xwe re dibêje, bi mêvanên xwe re jî parve dike.

Merdiya Ibrahîm got ku îro bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinên Kurd dibin xwedî tv, ajans, gotin û wiha domand: "Îro jinên Kurd dibin mîrasek, êdî ajans û qenalên me dibin eynika me û em dibin xwedî gotin û ziman. Di zaroktiyê de me li dora dayikên xwe yê çîrokên cihêreng li ber çirayan ji mere digotin, civat digerand. Bi taybetî çîroka jineke Kurd ku ji me re gotin hê jî di hişê min de çandî ye.

Huner dibe mîrateya dayik û dapîrên me

Merdiya Ibrahîm girîngiya parvekirina serpêhatiyan bi zarokan re wiha anî ziman: "Tv ji bo zarokan baş e lê belê gotina serpêhatiyên dîrokî û bûyîna pirek di navbera rabihuriyê û siberojê de pir girîng e. Parvekirina çîrokan felsefe, lêgerîn û teşwîqê di kesayeta zarokan de bihêz dike. Heman wextê di hişê zarokan de pirsan çêdike û rê li ber hezkirin û girêdanbûna bi dîrokê re vedike. Ez girîngiyê didim aliyên hunerî û çandî, ji ber ku ev dibe mîrateya dayik û dapîrên me. Hunermendên me yê niha ger di zaroktiyê de li civatan rûneniştibana û li dengê dapîr û bapîrên xwe guhdar nekiribana, wê îro kesên normal û ne xwedî pîşe û huner bana di nav gelê xwe yê herêmî û Kurdistanî de."

Şoreşa me jî dê bikeve nav çîrokên Kurdî

Merdiya Ibrahîm behsa girîngiya Şoreşa Rojava kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Şoreşê rê vekir, her kesek têkoşer dîrokek û pirtûkeke ji tecrubeyan e. Ew dikarin dîroka me ya berê û niha bi nifşên nû bidin nasîn. Şoreşa me jî dê bibe çîrok. Ji berk u her roj êrîşên qirkirina nîjadî û çandî tînin ser me. Girîng e ku em van xalan bi awayekî rast binivîsînin û bidin ber destên nifşên nû."

Divê çîrokên me werin nivîsandin

Merdiya Ibrahîm bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Îro kesên ji me mezintir hene û gelek pêvajo dîtine, ji lewre divê ku ekîbek ji nivîskaran were avakirin ku li wan bigere û wan çîrokên berê binivîsîne. Hêvîdar im ku çi kesên di tûrikê wan de agahiyên girîng derbarê dîrokê hebin, bila bi nivîskaran re parve bikin, girîng e ku piştî ewqas sal dîrok û çîrokên me werin nivisîn. Ev ji ragihandina me ya azad jî tê xwestin ku bikin, ku ronahiyê bidin ser dîroka Gelê Kurd û wê ji helandinê biparêzin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.