Divê ne bi Îngîlîzî bi Kurdî be
Sêşem 25 Sibat 2025 - 03:35
Xwendekarên Silêmaniyê dan zanîn ku divê li Başûrê Kurdistanê sîstema xwendina zimanê Inglîzê bê kêmkirin û hîn zêdetir giringî bi zimanê Kurdî bê dayîn. Her wiha dan diyarkirin ku dibistanên taybet di aliyê zimanê dayîkê de bandorek nerênî li ser zarokan dikin. Di derbarê giringiya parastina zimanê Kurdî de xwendekarên Silêmaniyê ji ajansa me re axivîn.
Xwendekara bi navê Gezu Ebdulcebar di derbarê pêşxistina zimanê Kurdî de got:“Erke li ser me em parastina zimanê xwe yê Kurdî bikin û pê baxivin û binivîsin. Her wiha divê li navendên xwendinê jî hîn zêdetir giringî bi zimanê Kurdî were dayîn da ku zimanê Kurdî li cem ciwanên me hîn zêdetir were heskirin û bikaranîn.”
Xwendekara bi navê Lendê Derbaz jî got:“Ciwanên me yên niha gelek peyvên Inglîzî bikartînin. Lê pêwîste zêdetir giringiyê bi zimanê dayîkê bidin û bikarbînin. Pêwîste dayîk û bav hîn zêdetir giringiyê bi zimanê zarokên xwe bidin. Piraniya dibistanên taybet bandorek nerênî li ser zimanê zarokan çêdikin.” Lendê Derbaz da zanîn ku divê hîn zêdetir giringî bi zimanê Kurdî bê dayîn û zimanê Kurdî hîn zêdetir bê bikaranîn.
Li ser heman mijarê xwendekara bi navê Gilêne Ebdulcebar jî wiha axivî:“Ji ber em Kurdin pêwîste sîstema xwendinê li dibistanên taybet were guhertin û waneyên zimanê Inglîzê bê kêmkirin. Li şûna wê zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê baxivin û perwerde bibînin. Çawa di berê de parastin li zimanê Kurdî dihat kirin, divê niha jî were parastin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ