Divê mirovahî Ocalan biparêze
Duşem 30 Çile 2023 - 19:03
- Parêzerê ji baroya Romayê yê ku parêzeriya Ocalan kiriye, Mario Antonio Angelelli dibêje, “Pêwîst e mirovahî vî mirovê hêja biparêze. Ocalan mifteya gelan e da ku bigihîjin aştiyê.”
EYLEM AKDAG-RÛKEN POLAT/ MA / AMED
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şandeyek navneteweyî ku ji 36 kesan pêk dihat û ji 7 welatên cuda bûn, bi navê “Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê” hatin Amedê, Stenbolê û Enqereyê. Endamên Delegasyonê di navbera 25-27’ê Çile de li gel nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî hevdîtinan kirin.
Endamê Baroya Romayê parêzer Mario Antonio Angelelli di pêvajoya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de li Îtalyayê bû û wî parêzeriya Ocalan dikir.
Mario Antonio Angelellî derbarê şikandina tecrîdê de nirxandin kirin û got; “Divê têkoşîn bidome, qala tecrîdê bê kirin, li dijî tecrîdê weke parêzerên saziyên Îtalya û Ewrûpayê xebat bên meşandin. Divê Abdullah Ocalan mafên xwe yên mirovî bi kar bîne. Pêwîst e beşdarî pêvajoya azadî û aştiyê bibe. Ocalan nûnerê gelê Kurd e û mifteya aştiyê ye.”
Ramanên Ocalan tên tecrîdkirin
Angelellî derbarê paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan de jî got;
“Min pirtûkên Ocalan xwendine. Ew îhtîmala cîhaneke dadperwertir, aştiyane û dewlemendtir pêşkêş dike. Divê ku ew azad bibe, fikrên wî azad bibin. Lê belê Ocalan di nava şert û mercên ku bi parêzer û malbata xwe re nîne tê girtin. Ev ne azadiya ramanê ye. Em beriya her tiştî azadiya wî dixwazin. Lê azadiya ramanên wî di van şert û mercan de ne pêkan e. Ez difikirim ku fikrên wî ji bo gelên cîhanê girîng in.”
Hukûmet ne gel in li pey berjewendiyan e