Divê makezagon biguhere
Şemî 23 Tebax 2025 - 03:20
Endamê Şaxa OHD'ê ya Enqereyê Dogan Şenses anî ziman ku weke OHD'ê dixwazin di Komîsyona Meclîse de biaxivin û got: “Weke OHD'ê em jî bi salan e ji aliyê hiqûqî ve ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd têdikoşin. Ji ber wê jî divê OHD di komîsyonê de bê guhdarkirin.”
Di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî hat avakirin. Ji bilî partiyekê hemû partiyên parlamentoya Tirkiyeyê endamên xwe şandin komîsyonê. Li gor pêşniyarên partiyan kesayet, komele, sazî û dezgeh wê di komîsyonê de bên guhdarkirin. Piştî guhdarkirinê jî komîsyon wê ji partiyan pêşniyaran bigire û li gor pêşniyarên qanûnî wê bişînin meclîse. Herî dawî li komîsyonê civîna 5'an hat li darxistin û di civînê de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, komele û saziyên mafên mirovan û waqif hatin guhdar kirin.
Civîna 6'an a Komîsyonê dê hefteya pêş li meclise bê li darxistin. Yek jî saziya ku xwestibû di komîsyonê de pêşniyarên xwe bînê ziman jî Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) bû. Endamê Şaxa OHD'ê ya Enqereyê Dogan Şenses tekildarî pêvajoyê û daxwazên xwe axivî.
Dogan Şenses bal kişand ser qedexeya axaftina bi Kurdî ya li meclise û wiha got: “Ji ber ku nehiştin Dayikên Aştiyê di Komîsyona Meclîse de bi Kurdî biaxivin em vê helwestê şermezar dikin. Baweriya civakê ya li hemberî komîsyonê dişkînê. Ev ne tiştekî baş e. Peywîra komîsyonê çareserkirina pirsgirêka Kurd e.”
Dogan Şenses anî ziman ku pêdivî heye Komîsyona Meclîsê li OHD'ê jî guhdar bike û wiha berdewam kir: “Weke OHD'ê em jî bi salan e ji aliyê hiqûqî ve ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd têdikoşin. Ji ber wê jî divê OHD di komîsyonê de bê guhdarkirin. Ji bo vê yekê me xwest bi komîsyonê re hevdîtinê bikin. Ji aliyê hiqûqî ve em dixwazin pêşniyarên xwe ji komîsyonê re bînin ziman. Lê hê ne diyar e.”
Di berdewama axaftina xwe de Dogan Şenses destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayinde divê mekazagon biguherê û ev tişt gotin: “Hefteya pêşiya me Serokên Baroyan jî dê bên guhdarkirin. Ji aliyê hiqûqî ve ya herî pêvîst guherandina mekazagonê ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Dogan Şenses diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê.
AW/MAHMÛT ALTINTAŞ/ENQERE