Divê mafê kurdan qanûnî bibin

Sêşem 3 Hezîran 2025 - 03:05

Mûstafa Yaşodûn destnîşan kir ku divê dewlet bi rengekî cidî nêzî daxwaza aştiyê ya gelê Kurd bibe û got, "Destketiyên gelê Kurd divê êdî misoger bibin. Hem bi destûra bingehîn hem jî bi peymanan divê mafên Kurdan qanûnî bibin.”

Di ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo re nêzî 3 meh derbas bûn. Nîqaşên piştî Kongreya 12'emîn a PKK'ê jî dewam dikin ku PKK'ê ragihand ku ew dest ji têkoşîne çekdarî berdide û biryara fesixkirinê da.

PKK'ê heta niha gavên pêwîst avêtibe jî muxatabê din ê bangê dewlet û desthilatdariyê heta niha gaveke şênber neavêtine. 

Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mûstafa Yaşodûn anî ziman ku biryara PKK'ê pêngaveke welê ye ku dikare pêşî li demokrasiya li Tirkiyeyê veke û got, "Lê belê ev pêngav di heman demê de guherîn û veguherînê ji xwe re dike esas ku Serok Apo qalê kir. Banga ku Serok Apo di 27'ê Sibatê de kir wê pêşî li siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê veke. Ciwan bi rengekî gelekî xurt xwedî li vê pêvajoyê derketin. Ciwan wê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Divê mafê kurdan qanûnî bibin

Mûstafa Yaşodûn destnîşan kir ku divê dewlet bi rengekî cidî nêzî daxwaza aştiyê ya gelê Kurd bibe û got, "Destketiyên gelê Kurd divê êdî misoger bibin. Hem bi destûra bingehîn hem jî bi peymanan divê mafên Kurdan qanûnî bibin. Di heman demê de divê mafê perwedeya bi zimanê dayikê bê naskirin ku pêwîstiyeke mirovî ye û dawî li kiryarên antî demokratîk ên weke tayînkirina qeyûman a li şaredariyan bê anîn. Daxwazên bingehîn ên têkoşîna pêncî salî ya gelê Kurd hebûn; divê yekser bersiv ji van daxwazan re bê dayin. Gelê Kurd ti carî nebû alîgirê şer. Gelê Kurd her tim xwe danî aliyê aştiyê."

ANF/AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.