Divê mafê hêviyê bê dayin
Sêşem 11 Adar 2025 - 16:00
- Endama OHD'ê Parêzer Elîf Taşdogen, diyar kir ku "mafê hêviyê" yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi taybetî di qonaxa yekemîn de divê bi awayekî qanûnî bê bicihanîn û got: "Divê şert bên başkirin"
Endama Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Elîf Taşdogen, hem li ser girîngiya pêkanîna hiqûqî ya "mafê hêviyê" ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" nirxandin kir.
Heyama 25 salan
Elîf Taşdogen, bal kişand ser wê yekê ku divê bi lezgînî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafê “hêvîbûnê” sûdê werbigire, di vê wateyê de têkildarî “mafê hêviya azadiyê” ev nirxandin kir: “Mafê hêviya azadiyê tê wê wateyê ku girtî piştî demekê di girtîgehê de bi rêya hin lijneyan dîsa bi şert û merc mafê serbestberdana bi şert tê dayîn. Ev wekheviya wê ya pratîkî ye. Dîsa AÎHM’ê dema behsa wê tê kirin 25 sal in. Di biryarên ku hatine girtin de, tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê rejîmên îdamê yên welatên ku ew alîgirê wan in, di navberên 25 salan de bêne rêkxistin û ev heyama 25 salan li ber çavan bê girtin. "
Divê şert bên başkirin
Elîf Taşdogen bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, diyar kir ku rêze serdana heyeta Îmraliyê rastiya tecrîdê ji holê ranekiriye û got:"Destpêka hevdîtinên birêz Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata wî re tê wê wateyê ku divê hemû mafên ku di hiqûqa neteweyî de hatine dayîn bi cih werin anîn û di vî warî de tişta ku tê xwestin bê kirin. Dema ku şert û mercên neyînî yên li ser Birêz Abdullah Ocalan ji holê hatin rakirin, bi diyalog û rêbazên cuda dikarin nîqaşên rast bên destpêkirin. Tişta girîng ew e ku şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin û li ser bingeheke guncav bê danîn."
Hawîrdoreke baweriyê
Elîf Taşdogen, anî ziman ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" li hemû cîhanê eleqeyek mezin dîtiye û deng veda û got: "Alîyekî bi ragihandina vîna xwe gav avêt, lê hîn jî zextên siyasî yên gelekî cidî hene. Ger pêvajoyek hebe divê her du alî jî bi zelalî erkên xwe yên heyî pêk bînin. Ger ku her kes tevlî banga aştî û civakê bibe, divê civak xwe bi ewle hîs bike û hawîrdora tevlêbûnê bê afirandin. Piştî ku ev pêk hatin, rêziknameyên makeqanûnê tên nîqaşkirin û perwerdeya bi zimanê zikmakî, welatîbûnê tê nîqaşkirin û hemû qanûnên nebaş ên li dijî jinan vedigerin ser koka xwe. Tiştên ku dikarin bên kirin ev in, lê berî her tiştî divê hawirdoreke pêbaweriyê bê avakirin û mirov bi vê hest û baweriyê tev li pêvajoyeke wisa xweş bibe û xwe wek mijar hîs bike.”
Pirsgirêka Kurd
Elîf Taşdogen di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê bi rêya qanûnê demildest operasyonên wan ên siyasî bi dawî bibin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ku bi salan e li Tirkiyeyê didome û heye. Lê rayedarên Tirkiyeyê li cihê înkar û redkirina pirsgirêka kurd in. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nehat qebûlkirin, bi pirsgirêkeke kûr re rû bi rû ma. Beriya her tiştî em dikarin bi qebûlkirina pirsgirêka Kurd dest pê bikin û di vî warî de çareseriyan derxin holê û divê di vî warî de rêgezên qanûnî bên çêkirin. Û pirsgirêka kurd jî di vê wateyê de dibe ku ji holê rabe."
Divê her kes bi berpirsiyarî rabe
Elîf Taşdogen da zanîn divê her kes berpirsiyariya xwe bînin cih û got:"Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên ku bi tena serê xwe nikarin bijîn hene. Divê di vê derbarê de rêzikên qanûnî bên çêkirin. Nexşeya rê dikare bi lezgînî were kişandin. Dema ku em di pêvajoyek wisa jiyanî re derbas dibin, ev jî pêdivî bi rêkûpêkkirinê heye. Divê demildest girtiyên nexweş bên tehliyekirin û şert û merc bên afirandin. Divê her kes bi berpirsiyarî rabe." JINNEWS/STENBOL