MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / RIHA
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca ragihand ku li pergala E-Reçetemê zimanên ingilîzî, almanî, erebî, fransî û rûsî hatine zêdekirin. Li gel ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 30 milyon kurd hene jî zimanê kurdî li pergalê nehate zêdekirin. Gelek derdoran nerazîbûn nîşanî vê helwestê dan û bi daxuyaniyan şermezar kirin.
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Rihayê Salîh Karataş der barê mijarê de axivî û got ku cihnedayîna zimanê kurdî, encama polîtîkayên dewletê yên sed sala ye.
Dixwazin Kurdî ji holê rakin
Karataş, destnîşan kir ku Komara Tirk ev sed sal in li dijî gelê kurd polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne û got: “Wezareta Tendûristiyê cih dayê zimanên weke erebî, tirkî, ingilîzî û almanî lê cih nedayê zimanê kurdî. Ev helwest, nêzikatiya pergalê ya li hemberî kurdî nîşan dide. Mirov dikare bibêje faşîzma sedsalî ya li dijî gelê kurd jî radixe ber çavan. Ev nêzikatiya Komara Tirkiyeyê ne nêzikatiya şexsekî yan jî Wezareta Tendûristiyê ye. Komar hewl dide li her qadê zimanê kurdî ji holê rake.”
Divê statûya Kurdan nas bikin
Karataş anî ziman ku tune hesibandina zimanê kurdî di warê tendûristiyê de ji bo gelê kurd rê li ber pirsgirêkan vedike û got: “Gelê me dema nexweş dibe nikarê bi zimanê xwe nexweşiya xwe vebêje. Ev yek jî dibe sedem ku gelê me ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest bide. Gelê me bi mirinê re rû bi rû tê hiştin. Karê Wezareta Tendûristiyê ew e ku xizmetê ji hemû hemwelatiyên xwe re bike. Çawa ku bi farisî, erebî û tirkî xizmetê dide, divê bi heman awayî bi kurdî jî bide. Divê di destûra bingehîn de statûya zimanê kurdî bê naskirin û ne tenê di qada tendûristiyê de lê di hemû qadan de zimanê kurdî bê naskirin. Gelê kurd li hemû qadan bi faşîzme re rû bi rû dimîne. Pergala Komara Tirkiyeyê divê beriya her tiştekî gelê kurd weke hemwelatiyên xwe qebûl bike û di destûra xwe de mafê gelê kurd mîsoger bike.”
Çareserî em bi xwe ne
Di dewamê de Karataş diyar kir ku weke saziyên civakî dikarin li dijî polîtikayên pişaftinê bi ziman û çanda xwe li ber xwe bidin û got: “Weke SES’ê me di rêziknameya xwe de eşkere kiriye ku divê zimanê dayikê di qada tenduristiyê de bê qebûlkirin. Divê gelê me jî bi kurdî biaxivê û dan û standina xwe bi zimanê dayikê bike. Divê hemû saziyên demokratîk jî bi awayeke xwerexneyî nêzî vê mijarê bibin û li hemberî vê faşîzme bisekinin. Em dikarin bi ziman û çanda xwe rê li ber van êrişên faşîst bigirin. Divê em di qadên tendûristî, perwerde û siyasî de xwedî li zimanê xwe derkevin. Fahretîn Koca ji bo me amûreke. Ji ber ku ya ku zimanê kurdî tune dihesibîne pergala dewletê ye.”