Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 01:55

Ji perwerdekarê MED-DER’ê mamoste Mehmet Salîh Ongun  Mamosteyê zimanê Kurdî Mehmet Salîh Ongun ê ku piştî hatî binçavkirin hatî berdan diyar kir ew têkoşîna xwe ya zimên bidomînin û got,’’Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn, perwerde bibin.’’

Mamosteyê Kurdî Mehmet Salîh Ongun anî zimên dema binçavkirinê  têkildarî kar û xebata wî pirs jê hatine kirin, diyar kir bi salan e li dijî ziman, çand û hunera Kurdî êriş pêk tên û got ku divê li dijî van êrişan xwedî li Kurdî bê derketin. Ongun da zanîn ew bi zîhniyetek ku li dijî perwerdehî û fermbûna zimanê Kurdî ye re rû bi rû ne û got: “Ev zimanê me bi hezarê salan e heye. Çawa hewcehî bi her zimanî heye ku bê hînkirin helbet hewcehî bi zimanê me jî heye ku bê hînkirin.”  

Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn

Ongun ragihand divê ti astengî li ber xebatên zimên nebin, ew jî gelek her civakê dixwazin bi zimanê bijîn, mezin bibin û perwerde bibin û got,’’Em dixwazin bi zimanê xwe rabin û rûnên. Divê xwedî li saziyên ku dersa zimanê Kurd didin bê derketin. Heke piştevanî nebe, ev kar bi çend kesan wê qels bimîne. Heke hemû gelê Kurd di vê hişmendiyê de be, wê çareserî jî rehet be.’’

Em em li zimên xwedî derkevin

Ongun bi domdarî got,’ Divê beriya her tiştî em di ferqa vê yekê de bin. Divê gelê me û saziyên me xwedî li sazî û mamosteyên zimanê Kurdî derkevin. Em çiqas bi hêz bin, em ê ewqas daxwazên xwe bi pergalê bidin qebûlkirin.” 

Têkoşîna me wê bidome

Ongun diyar kir ku ew ê têkoşîna ziman bidomînin û got: “Ez wek mamosteyek zimanê Kurdî çi ji destê min were ez ê bikim. Bila gumana gelê me tune be. Kengê bixwazin zimanê xwe hîn bibin, em amade ne.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.