Divê Kurd hişyar bin

Çarşem 15 Çile 2025 - 03:00

Nivîskar û endamê KNK’ê Letîf Ferc derbarê rojeva li Tirkiyeyê ya pêvajoyek nû, êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji ajansa me re axivî. Letîf Ferec da zanîn ku bi hezaran sale li herêmê pêşbaziyek xwînrijandinê heye, hertim serdestan dijî neteweyên din rolên xirab lîstine, niha jî dema dawî anîna vê serdema tarî ye û got:“Hertim Abdullah Ocalan li ser jiyana hevbeş, aştî û demokrasiya gelan kar kiriye. Niha li Tirkiyeyê demokrasî nîne, herwiha Emerîka û Ewrupa jî derbarê mafê mirovan, perwerdekirina terorîstên DAIŞ’ê de rexneyan li Tirkiyeyê dikin. Ev yek hemû wisan kiriye ku dewleta Tirk behsa pirsa Kurd bike, lê nabe em ewqas bi Tirkiyeyê hêvî bin. Ji bo wê pêwîste Kurd li ser vê rewşê gelek hişyar bin. Tirkiye derewek mezin dike, li aliyekê behsa pêvajoya aştiyê dike, aliyên din jî rojane êrişî Rojava, bi taybet Bendava Tişrîn û Kobanê dike. Herwiha li Başûrê Kurdistanê jî ji bo tinekirina Kurdan dagirkeriya xwe didomîne. Di heman demê de Şengal û herêmên din jî dibin gefa êrişên Tirkiyeyê deye.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.