Divê kilîda Îmraliyê vebe

În 8 Adar 2024 - 00:44

YEŞÎM TUKEL / MA / STENBOL

Endamê heyeta Aqilmendan a di pêvajoya diyalogê de hat avakirin Ahmet Farûk Unsal, bibîr xist ku di pêvajoya diyalogê de Abdullah Ocalan pevçûn dane sekinandin û pêvajoyeke aram dest pê kiriye û wiha pirsî: "Çima ji bo careke din rola xwe bilîze em deriyê Îmraliyê venakin?"

Di pêvajoya diyalogê ya navbera 2013-2015’an de siyasetmedar Ahmet Faruk Unsal ê ku li ser pêşniyaza Ocalan di nava heyeta Aqilmendan de cih girtibû, der barê tecrîd û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de ji MA'yê re axivî.

Unsal diyar kir ku konferansa ‘’Li dijî siyaseta tecrîdê têkoşîna aştî û azadiyê’’ ya li Stenbolê pêk hatî ji bo dîtina encamên pergala tecrîda Îmraliyê ya di meseleya Kurd de xaleke girîng a neçareserkirinê ye, pir girîng e. 

Unsal bi bîr xist ku di pêvajoya diyalogê ya sala 2013’an de tecrîda li Îmraliyê hatiye rakirin û bi Abdullah Ocalan pêvajoya bêpevçûnî her kesî ceribandiye û got ku li ber wan ezmûneke 2 sal û nîvî heye. 

Unsal anî ziman tecrubeyên heyî nîşan didin ku Îmralî di çareseriya pirsgirêka Kurd û berdewamiya pevçûnan de aktorekî gelekî girîng e û got: “Ev aktor berê rola xwe gelekî serkeftî lîstiye, nexwe ji bo ev aktor careke din rola xwe bilîze çima em ji bo vekirina deriyê Îmraliyê tevnagerin? Ev pirseke pir krîtîk e. Pêwîst e kilîdên Îmraliyê ji bo gelê me bên vekirin, ji bo aştiya li herêmê û ji bo atmosfereke mezin a aştiyê ne tenê li Tirkiyeyê, li başûr û rojavayê Kurdistanê jî pêk were."

Divê dengê Ocalan bigihije rêxistinê

Unsal bal bire ser pêwîstiya pêwendiya bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo pêvajoyeke aştiyeke mayînde û rasteqîne û wiha got: “Di dawiyê de em partî û rêxistina bi serokatiya Ocalan li dijî Tirkiyê wekî hêza nakok dibînin. Pêdivî ye ku ew rasterast nêrîn û perspektîfa xwe bigihîne vê rêxistinê. Ez vê ne tenê wekî pêngaveke ku pirsgirêka aştiyê ya bi Kurdan re di nava sînorên Tirkiyeyê de çareser bike, di heman demê de ji bo Rojava û Başûr jî wekî însiyatîfekê dibînim. Ji ber ku Tirkiye li her du parçeyên Kurdistanê xwedî hêzeke leşkerî ya cidî ye. Ev hem bedelên mirovî û hem jî barekî giran a aborî ye, li ser milê me hemûyan. Ji ber vê yekê ger aştî hebe, divê were dîtin ku ev çavkanî hemû dê ji bo aramiya me bên xerckirin. Xuya ye ku rêya vê yekê jî vekirina deriyê Îmraliyê ye. Ev jî bi pêkanîna rol û rista dîrokî ya Ocalan pêkan e." 

Unsal diyar kir ku ji sala 2015'an û vir ve polîtîkayên şer ên desthilatê krîzeke aborî bi xwe re anîne. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.