Parêzer Karwan Fazîl got, tecrîdkirina mutleq a Abdullah Ocalan rêziknameyên navneteweyî binpê dike, bi wê yekê ku destûrê nade malbat û parêzeran ku karibin Ocalan bibînin. Wî got, erka rêxistinên navneteweyî ye ku kar li ser rewşa Rêber Ocalan bikin.

Parêzer Karwan Fazîl got: “Heta ji bo girtiyekî asayî jî nabe pêşî lihevdîtinên li gel wî bê girtin û ji agahiyên derveyî hepsê nebe xwedî agahî. Erka Rêxistina Xaca Sor a navneteweyî ye ku ji silamentiya girtiyan hemûyan piştrast be û çavdêriya rewşa wan bike. Erka rêxistinên navneteweyî ye li ser vê mijarê raporan amade bikin û bigihînin aliyên peywendîdar û Neteweyên Yekbûyî (NY).”

ROJNEWS/SILÊMANÎ