- Jinên Botanî got, şikandina tecrîdê erka jinan e: Divê jin bi şev û roj qet nesekinin. Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşiya, divê jin jî ji bo wî têbikoşin.
ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX
Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev bû zêdetirî 33 mehan ku ti agahî jê nayên girtin. Ev rewşa agahînegirtina mutleq, di raya giştî ya Kurd de rê li ber nerazîbûnên mezin vedike. Di vê çarçoveyê de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” de di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bi dor kir. Li pey wê jî bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê çalakiyên Nobeta Edaletê hatin destpêkirin.
Jinên Botanê têkildarî tecrîdkirina giran a Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî axivîn û nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan.
Xwedîderketin erkeke mirovî ye
Têkildarî mijarê Azîme Tansu diyar kir ku navnîşana demokrasiyê Îmrali ye û got, “Heke birêz Ocalan azad bibe, em hemû dê azad dibin. Heke tecrîd rabe aştî jî dê çlbibe, kuştin û girtin wê bi dawî bibin. Divê ku dayik nerûnin û dengê daxwazên girtiyan bilind bikin. Xwedîderketina li birêz Ocalan û girtiyan, erkekî mirovahiyê ye.”
Niharîn Buruntekîn jî bal bire ser felsefeya “Jin jiyan azadî” ya Abdullah Ocalan û anî ziman ku jin bi saya felsefeya Ocalan azad bûne û got, “Birêz Ocalan mirovekî zana ye. Birêz Ocalan ji bo gelê xwe fedakarî kir û divê gelê Kurd jî ji bo wî vê fedakariyê bike. Divê em bi destên hev bigirin û xwedî li birêz Ocalan derkevin. Divê em jin bi şev û roj nesekinin. Ew ji bo azadiya jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin.”
Meryem Fîdan jî xwest ku ti kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne: “Divê bi taybetî jî jin rabin ser pêyan. Heta birêz Ocalan azad dibe, em ê li dijî tecrîdê têbikoşin. Divê her kes dengê xwe derxîne. Lewma hêj mirov mirî ji hepsê derneketine, divê em hewl bidin. Heta desthilat gavê biavêje, divê em li ser pêyan bin.”
Bi rûniştinê tecrîd naşikê
Ayşe Tokay jî got, şikandina tecrîdê bi yekîtiya gelê Kurd dibe û got, “Heta ku ev tecrîd hebe, zarokên me wê di greva birçîbûnê de bin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji me re bên. Em dixwazin herkes bi destê hev bigire û li dijî tecrîdê rabe ser pêyan. Tecrîd bi rûniştinê bi dawî nabe.”
Dexîla Atmiş jî wiha nerazîbûn nîşanî tecrîdê da:“Ma ev zilm û zordestî wê heta kengî li ser gelê Kurd bidome? Ji zarokatiya xwe heta niha, em vê zilmê dibînin. Em vê zilmê qebûl nakin. Banga min ji bo gelê Kurd ew e ku bibe tifaq. Heke yekîtiya me hebe, em ê bikarin tecrîdê bişikînin.”
Ev erka herkesê ye
Zerîn Aytiş jî bal bire ser rola Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka Kurd de û got, “Heta birêz Abdullah Ocalan azad nebe, em azad nabin. Ev 26 sal in, birêz Ocalan di bin tecrîdeke girankirî de ye. Heta Kurd nebin yek, tecrîd wê ranebe.”
Fîkriye Kunur jî got, divê şikandina tecrîdê rojeva her kurdî be û heta tecrîd ranebe, zextên li girtîgehan jî wê xelas nebin.
Ji dayikan Emîne Alkiş jî nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got, “Divê em rahêjin barê girtiyan da ku tecrîdê bişikînin. Lewma banga min ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ew e ku bibin yek û li qadan bin.”
Ji Dayikên Aştiyê, Asya Tay jî got, “Birêz Ocalan ne tenê serokê gelê Kurd e, lê ew serokê gelên bindest hemûyan e. Îro roj rabûna li ber tecrîdê, ne tenê berpirsyariya girtiyan û malbatên girtiyan e. Divê em bizanin ku ev pirsgirêka me hemûyan e û divê em hemû li dijî vê li ber xwe bidin.”