Divê jin hemû di xebatên zimên de hebin

Sêşem 27 Tebax 2024 - 00:59

Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan bal kişande ser xebata bi zimanê Kurdî ya ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan, anî zimên ew dixwazin hemû jinan di xebata zimanî de dibînin û giringiya rêveberiyên xwecihî ya di van xebatan de destnîşan kir.

Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan têkildarî rapora ku amade kirine agahî da û diyar kir ku rêveberiyên xwecihî di vî warî de xwedî cihekî girîng in. 

Komeleya Dema Jinan herî dawî rapora xwe ya "Şopandina gihandina jinên Kurd ên li Stenbolê ji mekanîzmayên tundiyê yên bi zimanê dayikê di çarçoveya rêveberiyên xwecihî de" weşand.

Başalan ya ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, anî ziman ku wan rapora ku di sala 2023'an de dest pê kiriye di nava salekê de amade kirine û weşandine û got ku wan di serî de bi jinên malê re hevdîtin kirine.

Divê her şaredarî xizmeta bi Kurdî bide

Başalan diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û hin şaredariyên din bi Kurdî xizmetê didin û got divê her şaredarî vê xizmetê bike. Başalan anî ziman divê li gorî taybetmendî û nasnameya jinan mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê bigihêjin destê jinan.

Başalan bi domdarî got,’’Divê em hemû jinan di têkoşîna zimanê zikmakî de bibînin. Ev ne tenê pirsgirêka Komeleya Dema Jinan a Stenbolê ye, divê em zanibin dema jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin, xwe çawa pênase dikin? Divê em bifikirin ka ew çawa dikarin xwe hêsantir pênase bikin." 

Xebat wê bi şaredariyan re were kirin
Başalan anî ziman ku ew bi jinan re bi zimanê xwe yê zikmakî bi
Kurdî diaxivin û ji ber vê yekê jin dikarin xwe bi hêsanî îfade bikin û bi vî rengî jin dikarin tundiya li ser wan tê kirin bi awayekî rast vebêjin. 

Başalan diyar kir ku ji bo xizmeta bi zimanê dayikê di mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan de xizmetê bikin bi şaredariyan re xebatên hevpar bimeşînin û ew ê lêkolînan bikin ka jin çawa bi hêsanî karibin bi zimanê xwe xizmetên bi zimanê dayikê bi dest bixin. 

MA/ESRA SOLÎN DAL/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.