• Rêxistina CPT li avahiya xwe ya Silêmaniyê derbarê biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ku ji sedî 60 cezayê 5 girtiyên Behdînanê hat kêmkirin de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) derbarê kêmkirina cezayê girtîgehê yê 5 girtiyên Behdînanê de got, ew li bendê bûn Serokê Herêmê biryara berdan û qerebûkirina girtiyên Behdînanê bidana. Her wiha xwest biryara kêmkirina ceza ji tevayî girtiyên Behdînanê re derbasdar be.

Rêxistina CPT li avahiya xwe ya Silêmaniyê derbarê biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ku ji sedî 60 cezayê 5 girtiyên Behdînanê hat kêmkirin de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Divê demildest bên berdan

Li ser navê CPT’ê Kamûran Osman daxuyanî da. Osman diyar kir ku wan ji nêzîk ve ev biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li ser rojnamevanên Behdînana Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Mihemed Emîn, Eyaz Kerîm, Harîwan Îsa Şivan Seîd ku cezayê wan ê 6 sal hatibû sepandin daxistin 2 sal û 4 mehan şopand. Osman anî ziman ku divê tavilê hemû sûcên li ser girtiyên Behdînanê bê rawestandin û demildest bê berdan û tenzîmat ji bo wan bê dabînkirin.

Osman daxwaz kir ku divê ew biryara Serokê Herêma Kurdistanê ji bo wan rojnamevanan hatî derxistin ji bo hemû çalakvan û rojnamevanên din ên Behdînanê hatibûn girtin jî derbasdar be û got: “Ji ber em dizanin dosyaya hemû girtiyên Behdînan girêdayî yek in. Ev hemû çalakvanên siyasî ji ber karê xwe yê rojnamevanî û rayîderbirîn hatiye girtin.”

SILÊMANÎ