Divê jêhatiyên zarokan bên dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 00:58

Li bajarokê Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê ya herêma federe a Kurdistanê navendek bi navê ‘Navenda Çalakiyên ciwanên Koye’ heye û hemû Kurdan li hev kom dike. Ev navend xizmetê ji bo ciwanên li herêmê dike û dewreyên muzîkê bê beramber e, bi salan e gelek kes dewreyên perwerdeyan dibînin. Navend li gel Rêxistina Parastina Zarokan ku di 20 Hezîrana 2002’an de hatiye damezrandin û xizmetê zarokên keç û xort re dike.

Jînda Îbrahîm jinek ciwan ya Rojavayê Kurdistanê xelkê bajarê Efrînê ye. Niha li Koye jiyan dike, werza havînan diçe dewreya perwerdeya muzîkê. Jînda ya gitarjenek bi hêz e û di heman demê de stranan jî dibêje wiha got:“Divê zêdetir xeyalên me hebin û em ji cîhanê re ragihînin ku Kurd jî dikarin gelek tiştên baş bikin.” Jînda Îbrahîm anî ziman ku xewn û xeyalên wê muzîk e û got:“Ez xelkê Rojavayê Kurdistanê me û di qonaxa 11 ya amedeyî de dixwînim, ji ber hezkirina min ya ji muzîkê re beşdarî dewreyên perwerdeya havînê dibim û min beşa muzîkê hilbijartiye. Bavê min di karê hunerî de piştgiriya min kir û ew jî gelek ji hunerê hez dike.” Jînda Îbrahîm a di heman demê de stranan jî dibêje, der barê gotina stranan de wiha got:“Ez naxwazim bibim stranbêj, ez tenê ji bo xwe stranan dibêjim, bi gotina stranan ez aram dibim û derûniya min aram dibe. Herwiha hewl didim xwe pêş bixim û dema di pêşerojê de min stran got bizanin ez jinek Kurd im û xelkê Efrînê me.” Jînda Îbrahîm der barê hatina Navenda Çalakiyên Ciwanên Koye de wiha dibêje:“Rojane ez bi lingan têm, nêzîkî 25 deqeyan rê dimeşim heta digihim navendê. Niha em di temenê xwe yê ciwan dene, derfetê me yê fêrbûnê zêdetire û fêrî tiştan dibin. Nabe malbat tenê giringî bidin xwendinê, divê giringî bidin kêrhatiyên zarokên xwe û alîkariya wan bikin da ku di jiyanê de serkeftî bin.”

NÛJINHA/ŞIYA KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.