Divê Iraq giliyê Tirkiyê bike

Sêşem 5 Tîrmeh 2022 - 22:24

“Komîsyona me ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî û Wezareta Karên Derve ya Iraqê xwest tedbîrên bi bandor bigire li dijî ketina Tirkiye ya Bakurê Iraqê, lê bersiv ne di asta bi dil me de bû.”

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya parlamena Iraqê, Waed Kado li ser darbirrîn û dagirkeriya Tirk a li Herêma Kurdistanê xwest bazirganiya bi Tirkiyeyê re were rawestandin û li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê giliyê dewleta Tirk were kirin.

Dewleta Tirk li aliyekî êrişên dijwar ên hewayî, di erdê re û kîmyewî dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê hemûyî, li aliyekî din jî baregehên leşkerî û rêyên leşkerî çêdike û daran dibirre.

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya parlamentoya Iraqê Waed Kado li ser vê rewşê got, pêşîgirtina li dagirkeriya Tirk erka Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Wezareta Karên Derve ye: “Komîsyona me ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî û Wezareta Karên Derve ya Iraqê xwest tedbîrên bi bandor bigire li dijî ketina Tirkiye ya Bakurê Iraqê, lê bersiv ne di asta bi dil me de bû.”

Waed Kado ji hikûmeta Iraqê xwest bi awayeke fermî li Konseya Ewlekariyê  ya NY´ê giliyê dewleta Tirk bike û bazirganiya bi dewleta Tirk re jî rawestîne. 

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.