Divê hilbijartin demokratîk bin

Sêşem 6 Hezîran 2023 - 14:19

Endamê Rêveberiya Malbenda 6 a Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) a Îdareya Soran Zubeyr Osman derbarê hilbijartin û siyaseta yekalî ya PDK’ê ji Rojnews’ê re axivî.

Zubeyr Osman di destpêka axaftina xwe de got: “YNK ji bo hilbijartinê amadeye, ji ber ku baweriya wê bi demokrasiyê heye û bê hilbijartin demokrasî temam nabe. Lê hilbijartinek ku hêza rastî ya aliyan nîşan bide. Ne bi rêya sextekariyê aliyek xwe ferz bike û pêkhateyan ji bo xwe bikarbîne.”

PDK pêkhateyan bikar tîne

Zubeyr Osman diyar kir ku PDK dixwaze pêkhateyan ji bo xwe bikarbîne ku ew jî rêgirî li vê yekê dikin û got;“PDK dixwaze hilbijartin bi şêwazê yek bazineyî were kirin da ku bi vê rêyê hemû Kurdistanê kontrol bike û piraniyek sexte bidest bixe. Em dixwazin hilbijartin bi şêweyê çar bazineyî were kirin û her navçeyek nûnerê xwe hilbijêre. Hilbijartin ji bo wê yekê ku her hizbek hêza xwe bizane ye, ne ji bo bi xwe ferzkirinê piraniyek sexte bidestxistinê ye.”

Qeyda dengdêran paqij bikin

Zubeyr Osman di dewama axaftina xwe de bal bire ser kursiyên dawî û qeyda dengdaran û got;“Mafê pêkhateyane ku nûnerên xwe bi xwe hebin. Lê pêwîste qeydên wan yên taybet jî hebin. Bi awayê ku Turkmen dengê xwe bide nûnerê Turkmenan, Ermen dengê xwe bide Ermenan. Ne wek li Çoman bi dengê Zêrevan û dengên taybet nûneran derbixînin û piştre jî bikeve bin berjewendiyên PDK’ê de. Pêwîste qeyda dendaran were paqijkirin. Ji ber ku zêdetirî 720 hezar deng, ferq di nava qeydên dengdêrên Iraqê de heye. Ji ber vê yekê em beşdarî hilbijartineke ku aliyê dijber 11 bi 0 li pêş be ku qeyda wan a dengdaran ji navên miriyan û kesên ji welatên derdorê tije be nabin.”

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.