Divê her kes li ber rabe

Yekşem 27 Îlon 2020 - 16:27

  • Nesrîn Nas, Gençay Guroy û Orhan Alkaya bang li civakê kirin da ku bêyî dudil bibin li gel HDP'ê cih bigirin

RONÎ ARAM
ANF/STENBOL

Dewleta Tirk a qirker û înkarker bi bahaneya lêpirsîna Kobanê, li dijî HDP'ê dest bi êrişekê kir û 82 kes ji bo 4 rojan xist nezaretxaneyê. Di nava girtiyan de endamên Desteya Rêveberiya Navendî yên berê, parlamenterên berê û hevşaredar jî hene. Gelek partiyên siyasî û hêzên demokratîk li ber vê êrişa bi armanca qirkirinê rabûn.
Nesrîn Nas, Gençay Guroy û Orhan Alkaya axivîn û bang li civakê kirin da ku bêyî dudil bibin li gel HDP'ê cih bigirin û destnîşan kirin ku ev mesele êdî ya hêzên demokrasiyê û paşeroja welêt e.

Divê civaka muxalif tifaqê bike

Prof. Dr. Gençay Gursoy diyar kir ku nerazîbûna ku partiyên siyasî yên muxalif heta niha nîşan dane bersiv nedane û got, "Bêkêmasî divê muxalefet li dijî rejîma zordar were kirin û her kes li ber van êrişên li dijî HDP'ê rabe."
Aborînas û seroka berê ya partiya Anavatanê Nesrîn Nas jî got, "Her kesê xwe weke demokrat dibîne, pergala destûra bingehîn diparêzin, muxalefet bi temamî bêyî dudilî divê li dijî van êrişan li gel HDP'ê cih bigirin. Ji ber ku ev yek êdî ji HDP'ê jî wêdetir e, dengê lingê pêvajoyeke hîn tarî ye."
Hunermend Orhan Alkaya jî got, "Ev hemû bûyerên ku diqewimin nîşan didin ku divê muxalefet ji bo demokrasî û aştiya civakî, di mijarên hevpar de li hev bicivin, tifaqê bikin. Divê gotinên, 'te berê wiha kir, filan tişt kir' divê deynin aliyekî. Eger armanca me destûreke bingehîn a demokratîk be, armanca me pêkanîna azadî û aştiya civakî be, wê demê divê em di mijarên hevpar de li hev bicivin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.