• Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xwest daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin û got: Ji bo vê jî divê her kes bi rola xwe rabe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a bê dem û bi dor ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li zindanan hatiye destpêkirin, di roja 81’ê de ye. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku di sala 2018'an de li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin û bi hezaran girtî daxilî çalakiyê bûbûn, çalakiya girtiyan nirxand. Guven, niha di Girtîgeha Jinan a Xarpêtê de ye û 23 sal ceza lê hatiye birîn. 

Guven, pêşî atmosfera çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an de bibîr xist û diyar kir ku di Çileya 2018'an de ji ber ku li ber operasyona Efrînê rabûye hatiye girtin û got: "Heger atmosfera siyasî ya wê demê bê bîra me, dê bê famkirin ku min ji bo çi dest bi çalakiyeke wiha kiribû. Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû Ocalan car din hat tecrîdkirin. Partiya me HDP, di hilbijartina 7'ê Hezîranê de hemû astengî û bend derbas kirin û bi 80 parlementerî çû meclîsê. Gava çû meclîsê, AKP bi tena serê xwe nebû îqtidar û ji ber vê dîn û har bûbû. Lewma der barê kurdan û muxalefetê de çi hebû da ber xwe û bi hêrs û kîneke mezin hewl da tune bike. Avêtin ser avahiyên partiya me, rêveberên me hatin girtin. Bi tayinkirina qeyûman gef li rêxistinên civaka sivîl hatin xwarin û deriyên wan hatin mohrkirin. 

Hevkarên wê yên hêrs bûbûn hewl dan darbeyekê bikin. Bi sedan mirov mirin. Lê AKP, vê hewldana darbeyê wekî 'lutfeke xwedê' hesiband û MHP anî cem xwe. Tenê ne li hundir, li derve jî êriş birin ser destkeftiyên kurdan. Operasyona Efrînê, tayinkirina qeyûman, girtina parlementeran... zext û êriş dewam kirin…” 

Me xwe rexne kir

Guven di axaftina xwe de bilêv kir ku di van şert û mercan de kêmasiyên wê jî hebûne û ji bo xwerexnekirinê li girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê daye destpêkirin. Guven, destnîşan kir ku AKP qanûnên hiqûqî yên welêt û pêkanînên saziyên navneteweyî binpê kiriye û hewl daye hemû derdor û muxalifên ku gotine "tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê, dawî li vê bêhiqûqî bînin" berteref bike. 

Guven, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê bi bangawaziya Ocalan bi dawî bûne. Guven, bilêv kir ku çendî ku Wezîrê Dadê li ber çavê 82 milyon kesî gotiye "qedexe betal bû, parêzer û malbat dikarin hevdîtinê bikin" jî, lê belê tecrîd ji cihê mayî dewam kiriye. 
 
Gelê me wezîfe dide me

Guven got: "Me got, ev polîtîkayeke taybet e, girêdayî hêzên komploger ên navdewletî ye û got: "Em tim dibêjin, heya ku gelê me azad nebe, heta ku girtîgeh hebin, ev der navnîşana me ya duyem e. Di pêvajoyeke bêhiqûqî de ku gelê me ji 7 saliyê heta 70 saliyê bi neheqiyê re rû bi rû dimîne, girtin û cezakirina me nûnerên wan, ne tiştekî pir awarte ye. Axirê em bi berpirsiyariya ku gelê me dide ser milê me tevdigerin. Lewma cezayê ku ji bo vê jî bê dayîn ser sera û ser her du çava. Di serî de bang li gelê me yê fedekar û bi giştî jî hemû derdorên bîrewwer dikim ku ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bi hesasî tevbigerin. Daxwazên çalakgeran pir zelal in. Qebûlkirina van daxwazan tenê ne gelê kurd, dê tevahiya civakê rihet bike û dê tevkariyê li demokratîkbûyîna welêt bike." 
 
Êdî bes e 

Guven di dawiya axaftina xwe de got: "Em hemû diyar dikin ku êdî ev ax têra xwe êş û azar dîtine û kişandine. Lewma em dibêjin 'Êdî Bes e.' Daxwaz û bendewariya raya giştî jî ew e; berî ku mirin çêbibe rayedar guh bidin daxwazên girtiyan û qebûl bikin. Ji Girtîgeha Xarpêtê silav, rêz û hurmetên xwe dişînim ji tevahiya gelê me û dosteên me yên li çar hawirdorên cîhanê. Her wiha malavayiya wan kesan dikim ku ji bo piştevaniyê name û faks şandine." 

MA/AMED